Li Qilabanê gur ketin axur: 30 mî mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qilabanê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve, gur ketin axurekî û 30 mî mirar kirin.

Li bajarokê Sêgirê yê Qilabanê, îro Înê 21ê Nîsanê gur ketin axurê Hasan Oran. Li gor zanyariyan, Hasan Oran îro demjimêrên sibehê dema çû nav axurê xwe dît ku guran êrîşî axur kirine û 30 mî ji nav birine.

Hasan Oran derbarê bûyerê de Rêveberiya Çandiniyê ya Qilabanê agahdar kir.

Tîmên Rêveberiya Çandiniyê çûne cihê bûyerê û tespîtên xwe bi girteyekê tomar kirin.