Fahrettin Koca: Ji ber bahozê kesek mir, 50 kes birîndar bûn

21-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand, li navçeya Bazarcixê ser bi Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana gur û bahozê kesekî canê xwe ji dest da û 50 kes birîndar bûn.

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê, doh 20ê Nîsanê piştî barana gur bahoz rabû û zerarên canî û madî çêbûn.

Li parêzgehên Bedlîs, Agirî, Mereş, Semsûr û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê ji ber bahozê banên gelek xaniyan firiyan û zerarên madî çêbûn. Li Bedlîs û Rihayê ji ber banên xaniyan di ser otomobîlan de ketin, zirar gihîşt hejmarek otomobîlan.

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, doh bi şev 20ê Nîsanê piştî barana gur bahoz rabû û banê hejmarek xaniyan firiya. Banên sac ên xaniyan ku firiyan bi ser 4 otomobîlan de ketin û zerara madî çêbû.

Li navçeya Panosê ya Agiriyê, piştî barana gur a di nav rojê de demjimêrên şevê bahoz rabû û bahozê banên du kargehan rakirin.

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî bahoz rabû û sacên firiyan zerar dan otomobîlekê û ji ber bahozê li hinek taxan elektrîk qut bû.

Herwiha di serî de li Mereş û Semsûrê li herêmên erdhejê jî bahoz rabû. Ji ber bahozê konên mexdûrên erdhejê firiyan û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand: “Li konbajarê li navçeya Bazarcixê ya Mereşê ji ber barana gur û bahozê kesekî canê xwe ji dest da û 50 kes jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran ne giran e.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst