Li Çewlîgê şerê malbatan: 5 kes birîndar bûn

21-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ser bi parêzgeha Çewligê di navbera du malbatan de şerê bi çek çêbû û di encam de 5 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan, îro roja yekemîn a Cejna Remezanê du malbatên ku dijminatiya wan hebûye ji bo nimêja cejnê çûne mizgeftê û li wê derê di navbera wan de pevçûn çêbûye.

Herwiha piştre di navbera her du malbatan de şerê bi çek, dar û keviran çêbûye û di encam de ji malbatekê 5 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustî û polîsan çûne cihê bûyerê û 5 kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê hatine veguhestin.

Hatiye ragihandin, li wê derê jî piştî midaxeleya destpêkê bo parêzgeha Erzeromê hatine şandin.

Li gor zanyariyan, rewşa yek ji birîndaran ne baş e û metirsî li ser canê wî heye.

Hatiye ragihandin ku kesên êrîşî malbatê kirine nehatine desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst