Rojhilatê Kurdistanê Cejna Remezanê pîroz kir lê Îranî bi rojî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li deverên Suneyên Rojhilatê Kurdistanê cejn hat pîrozkirin lê Îran dê sibe pîroz bike. Her bi vê mebestê, li Urmiyê cejn asayî derbas dibe. Xelkê berê xwe dan mizgeftan û nimêja cejnê kirin, berê xwe dan gorên kesûkarên xwe û Fatîhe li ser wan xwendin û li ser malên hev digerin.

Li bajarê navçeya Mirgewer a Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê merasîma Cejna Remezanê birêve çû. Piştî ku piraniya mamostayên olî yên Suneyan li hev kirin ku roja Înê bibe yekem roja cejnê, li Mizgefta Gêsiyan nimêja cejnê hat kirin û merasîmên cejnê dest pê kirin.

Welatî Ferhad Xuremî got, “Em jî wek hemû kesên din, sibehê ji bo nimêja cejnê rabûn. Paşê em diçin serdana goristanan û piştî wê taşteya cejnê tê xwarin ku çendîn sal in wek kevneşopî tê çêkirin.”

Misilimanan serê sibê piştî nimêja cejnê destên hev girtin û helalî ji hev xwestin da ku heger dilê hev hîştibin ew tişt bi dawî bibe.

Welatî Ferhad Xuremî anî ziman, “Di nav mizgeftê de milet radiweste cejna hev pîroz dikin, diçine destên hev. Heger di navbera du kesan de dilêşî hebe ew jî namîne.”

Li Rojhilatê Kurdistanê yek ji kevneşopiyên herî kevn serdana goristanan e di sibehên cejnan de ku heta îro jî berdewam e û piştî nimêja cejnê tê kirin.

Abdullah Xalidî li ser wê kevneşopiyê got, “Ev rêûresm her hebûne, piştî nimêjê em tên ser goristanan û piştî wê em vedigerine malê û taşteyê dixwin wek nerîtekê.”

Îsal Hikûmeta Îranê roja Şemiyê wek roja Cejna Remezanê ragihand û deverên Sune yên Rojhilatê Kurdistanê bi welatên Sune re di heman demê de cejn pîroz kirin. Vê yekê dubendî çêkirn û xelk nîgeran bû.

Welatî Azad Şêrdil got, “Me dixwest ku cejna me yek me, em biçine cejna hev pîroz bikin.”

Mamostayên olî vê ferqê weke dubendî nahesibînin û dibêjin, di hemû serdeman de ji ber herêm, erdnîgarî û dîtina heyvê ev ferqa hebûye û normal bûye.

Mela Xelîl Yûsifî  Pêşnimêjê Mizgefta Gêsiyan a Mirgewerê anî ziman, “Di demên berê de ev tişt hebûye, rojên Remezanê ferq kiriye.”

Îsal li hemû deverên Sune yên Rojhilatê Kurdistanê roja Înê wek cejn hat pîrozkirin û roja şemiyê jî deverên Şîe bi Îranê re pîroz dikin.