Mesrûr Barzanî li ser êrîşa Erebên hawirde li Kerkûkê daxuyanî da

21-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Erebên Hawirde Kerkûk Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezirê Herêma Kurdistanê li ser êrîşa Erebên hawirde ya ser cotkarên Kurd ên gundê Pelkane ya Kerkûkê daxuyaniyek da û got, “Em hewla guhertina demografiya herêmê şermezar dikin.”

Îro Înê 21ê Nîsana 2023an piştî nîvro hejmarek Erebên hawirde pezên xwe birine gundê Pelkane yê ser bi nahyeya Sergeran a li rojavayê Kerkûkê û piştre êrîşî cotkarên Kurd ên wî gundî kirine.

Serokwezirê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa Erebên hawirde şermezar kir û got, “Em alîgirê cîbicîkirina madeya 140 a destûrê ne ji bo çareserkirina bingehîn a kêşeyên rawestiyayî û jinavbirina nakokiyên li van deveran û peydakirina jîngeheke guncaw ji bo pêşketina Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê ne.”

Nûçegîhanê Rûdawê Herdî Mihemed ji nêzîkî gundê Pelkane ragihand, di destpêkê de Erebên hawirde, li xortekî Kurd xistine lê piştre xelkê Pelkaneyê pê hesiyan ku mebesta wan êrîş e, lewma rûbirûyê wan bûne û di navbera wan de bi dar û keviran şer derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst