Li Rojavayê Kurdistanê Cejna Remezanê bi coş hat pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê Cejna Remezanê hat pîrozkirin. Serê vê sibehê xelk bi serdana goristanan dest bi rêûresmên cejnê kirin. Zarok jî derî bi derî geriyan û cejn li xwedanên malê pîroz dikirin û şekir kom kirin û li park û cihên giştî jî ji xwe re dilîstin.

Li Qamişlo jî xelk li mizgeftê nimêja cejnê kirin û serdana malên  hev kirin.

Cejna Remezanê ku li ser asta cîhanê tê pîrozkirin, li Rojavayê Kurdistanê jî, welatî tê de beşdar bûn. Bi vê helkeftê jî, gelek dîmenên taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin, ku ew jî corek ji pîrozbahiyê ye.

Li Goristana Şehîdan a bajarokê Tirbe Spiyê yê Cizîr a Rojavayê Kurdistanê, demjimêr şeşê sibehê, xelk û kesûkarên şehîdan di destpêkê de serdana gorên şehîdan kir.

Hin beşdarên di vê serdanê de, bi hêvî û dilxweşî cejnê pîroz dikin û hêviyên xwe ji şahî û xweşiyê nabirrin.

Endamê Şaredariya Tirbe Spiyê anî ziman, “Zarok hemû hatin ser gorên zarokên xwe, şehîdên xwe. Em cejna her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin.”

Endamekî din ê Şaredariya Tirbe Spiyê jî li ser Cejna Remezanê got, “Em li Goristana Şehîdan e, me cejna wan pîroz kir. Îsal hejmareke zêde ya xelkê li vir e.”

Li bajarokê Çil Axa jî, zarokan bi coş beşdarî di cejnê de kir. Beşek ji wan çûne park û cihên lîstikan û beşekî din dî li kolan û malna cejnê dikin û behra xwe ji şekirê cejnê werdigirin.

Li Qamişlo jî, cejn hate pîrozkirin. Beşek ji xelkê çûne mizgeftan û li wê derê wan bi hezkirin cejn li hev pîroz kir. Beşekî din serdana malan kir lê her xweşiya cejnê bi zarokan û ji bo zarokan dimîne.

Nişteciyeke bajarê Qamişlo got, “Cejna her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikim û cejnên bê azadiya Kurdistanê bi xwe re bîne.”

Bi gotina hin welatiyan, tevî zehmetiya jiyanê, Cejna Remezanê ya îsal bi dilekî xweş û ewlehî û aramî derbas bû, bi hêviya ku cejnên bên, xweştir û baştir bin.