HAT NÛKIRIN - Li Kerkûkê di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) – Nûçegîhanê Rûdawê ragihand, îro piştî nîvro hejmarek Erebên hawirde pezên xwe birine gundê Pelkane yê ser bi nahyeya Sergeran a li rojavayê Kerkûkê û piştre êrîşî cotkarên Kurd ên wî gundî kirine.

Şêniyê gundê Pelkane Ferhad Hesen ji Nûçegîhanê Rûdawê Hîwa Husamedîn re ragihand, “Erebên hawirde di destpêkê de li dûr rawestiyabûn û pezê xwe şandine nav gund û gundî bêzar kirin, dema em li dijî vê yekê rawestiyan, bi dar û hesinan êrîş kirin û di navbera me de şer derket.”

Şêniyê gundê Pelkane Ferhad Hesen anî ziman, “Gundî bi hev re li dijî Erebên hawirde rawestiyan, me bi hev re li wan xistin û ew ji gund reviyan lê di demeke kurt de hêzeke mezin a artêşa Iraqê di nav gund de belav bûn û dest bi lêkolînê kirin.”

Li aliyê din Nûçegîhanê Rûdawê Herdî Mihemed ji nêzîkî gundê Pelkane ragihand, di destpêkê de Erebên hawirde, li xortekî Kurd xistine lê piştre xelkê Pelkaneyê pê hesiyan ku mebesta wan êrîş e, lewma rûbirûyê wan bûne.

Nûçegîhanê Rûdawê ragihand, çend malên Erebên hawirde li gund hene, ji ber wê jî ew hewl didin di rojên cejn û îÎnê de bi hejmareke zêde biçin Pelkaneyê, ev jî dibe sedema aloziyê. Şer nêzî 30 deqeyan berdewam kiriye û bi dar û keviran şer derketiye.

Ji bo aramkirina rewşê, artêşa Iraqê çend kes ji her du aliyan birine baregeha leşkerî lê Nûçegîhanê Rûdawê ku bi çend gundiyan re axivî, got ku di hundirê baregeha artêşê de, çend Erebên hawirde, êrîşî muxtarê gund Yûsif kirine û ew bi sivikî birîndar kirine.

Ferhad Hesen dibêje, hêzên artêşa Iraqê ti kes negirtine lê hêzeke mezin anîne gund û lêkolînê li ser cotkarên Kurd dikin.

Gundê Pelkaneyê dikeve rojavayê Kerkûkê û ser bi nahyeya Sergeranê ye û ji bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve Erebên hawirde, hewl didin dest deynin ser zeviyên cotkarên Kurd.