Di Cejna Remezanê de geştyar serdana Gola Hezarê dikin

21-04-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Gola Hezarê Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Hezarê ye li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, bi rengên biharê xemîliye. Di Cejna Remezanê de tê pêşbînikirin ku hejmareke zêde ya geştyaran serdana vê derê bikin.

Xwediyê cihê geştyariyê dibêje li hotelan %80 cih hatine veqetandin û ew bi kelecan in ji bo pêşwazîkirina geştiyaran.

Xwediyê Cihê Geştyariyê Taner Durmuş anî ziman, “Ji bo geştyarên wê di cejnê de bên, me amadekariyên xwe kirine. Me li cihê xwe hinek nûbûn çêkirin, paqijiya derdorê kir. Piranî mêvanên me ji rojhilat û başûrê welatê me tên. Yên ji Enqere û Stenbolê tên jî hene.”

Li vî cihê geştyariyê xwaringeh, cihê çadiran, cihê masîgirtinê hene û demsala havînê turên belemeyan û çalakiyên cor bi cor yên werzîşiyê jî tên kirin.

Xwediya Cihê Geştyariyê Hulya Durmuş got, “Kêmasiyên hebûn me temam kirin, bexçeyê xwe çêkir. Em amadene mêvanên xwe pêşwazî bikin. Li aliyê din jî belemeyên me hene bo havînê, ew jî amade ne. Ji bo cejnê jî amadekariyên me temam in.”

Gola Hezarê li navçeya Sivrîceyê ye û  25 kîlometreyan dûrî navenda parêzgeha Xarpêtê ye.

Derdora wê bi çiyayan dorpêçkiriye. Rûberê wê  82 kîlometre ye û 56 kîlometre jî peravên wê hene û deryayekê xûya dike. Bi taybetî demsala havînê bi hezaran geştyarên navxwe û biyanî serdana wê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst