Erebên hawirde yên li Efrînê pesna rêzefîlmeke “dijî desthilata Sûriyê” didin

Hewlêr (Rûdaw) - Drameya Sûriyê di salên beriya şerê navxweyî yê wî welatî de li ser asta hemû welatên Ereb herî li pêş bû. Lê piştî şerê navxweyî hin kompaniyên drama û hejmareke zêde ya ekterên navdar ên Sûriyê neçarî koçberiyê bûn û di encamê de asta drama jî daket. Li gorî hin çavdêran, Drama Sûriyê niha dabeşî du beşan bûye, yek alîgirtiya hikûmeta Şamê dike û yan din jî li dijî wê ye. Li kampeke erebên hawirde yên Dêr Belûtê ya Cindirêsa Efrînê piraniya xelkê li rêzefilma (Ibtesêm Eyûhel Cinêral) ango "Bibişire Ey General" temaşe dikin, li gorî wan ew rêzefilm behsa kiryarên desthilata Sûriyê dike.

Ev di demekê de ye ku ew Erebên hawirde ku pesna wê rêzefilmê didin, bi xwe mal û milkên Kurdên Efrînê talan û dagir kirine.

Ev malbateke Erebên Hawirde ye, li kampa Dêr Bellût, li gundewarê bajarokê Cindirêsê yê ser bi Herêma Efrînê, ku li jêr kontrola grûpên çekdar e.

Ew li rêzefilma bi navnîşana (Bibişire… Ey General) temaş dikin, ku bi dirêjiya meha Remezanê rojane dihate nîşandan.

Bi gotina wan, ev rêzefilm behsa kiryarên desthilata Sûriyê dike.

Erebekî hawirde li Kampa Dêr Bellût li Cibdirêsê Mihemed Seîd got, “Rêzefilmeke gelekî xweş e, behsa gelek bûyer û tawanan dike ku rejîma Esed pê radibû, ez hêvî ji hemû Ereban û ji cîhanê dikim vê rêzefilmê bibînin, da bizanibin çima em bi şoreşê rabûn, em gelê azad ê Sûriyê.”

Hevterîpî kiryarên desthilata ku ew rêzefilm behs dike, girtin, kuştin û talankirin li ser destên grûpên çekdar li Efrînê jî berdewam in, di heman demê de jî, Erebên Hawirde li wê herêmê, wê rêzefilmê bilind dinirxînin ku behsa azarkêşiya gelê Sûriyê dike.

Erebekî hawirde li Kampa Dêr Bellût li Cindirêsê Rîza Seîdî anî ziman, “Bûyerên ku me di rêzefilma îro de dîtin, behsa azarkêşiya gelê Sûriyê dike, derbarê dîktatoriya em dijiyan, li jêr destê vê banda desthilatdar li Sûriyê, ji kuştinê, ji girtinê, ji gelek kiryarên din.”

Ew Erebên Hawirde, di demekê de ku li nav zevî, mal û milkên Kurdên Herêma Efrînê bicih bûne, dilxweşiya xwe bi wê rêzefilmê nîşan didin, ku tawanên desthilata Sûriyê eşkere dike.  

Karmend li nivîsgeheke alûgoriya pereyan li Cindirêsê Selîm Silêman got, “Îro yekem car e em karekî dramî dibînin ku hêlên sor derbas dike. Xurtbûna vê rêzefilmê di wê yekê de ye ku behsa rejîmeke Erebî dike, hêj di desthilatê de berdewam e.  Ev berhem kiryarên xirab di derheqê gelê Sûriyê de, eşkere dike.”

Rêzefilma (Bibişire.. Ey Jeneral) yek ji rêzefilmên meha Remezanê bû, xelkên wî welatî her rojê xelekek jê didît.

Hin kes çîroka wê rêzefilmê bi desthilata Sûriyê ve girêdidin, ku gelek tawan di derheqê welatiyan de kirine.