Ji Demirtaş bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî peyama cejnê

21-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş, bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî jpeyama cejnê belav kir.

Îro li piraniya welatên Misilman cejna Remezanê ye û piştî nimêja cejnê pîrozbahiyên cejnê dest pê kirine. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî îro yekem roja cejnê ye û welatiyên Misilman beşdarî di nimêja cejnê de kirin.

Li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê welatiyên Misilman ên ku di mehekê de rojî bibûn, li mizgeftan amade bûn û cejna nimêjê kirin û paşê cejn li hev pîroz kirin.

Bi helkefta Cejna Remezanê, siyasetvanê Kurd Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê bi deng û nivîskî peyama cejnê belav kir.

Demirtaş got: “Bila ev cejn bibe wesîleya zêdehî (xêr), bereket û aşitiyê û guherîna mezin ligel xwe bîne. Cejna we pîroz be. Roşanê şima bimbarek bo.”

Demirtaş ji Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye û di serî de Doza Kobaniyê ji ber çend dozan tê darizandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst