Partiyên Kurdî û Abdurahman Kurt civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt û serkideyên hejmareke partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê civiyan.

Li gor zaniyariyên Rûdawê bi dest xistine Endamê Desteya Rêveber a AK Partiyê  Abdurrehman Kurt li ser navê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja Çarşemê 20ê Nîsana 2022an saet 21:00an li Ameda Bakurê Kurdistanê ligel serkirde û nûnerên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Hereketa AZADÎ, Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Tevgera Demokratên Kurdistanê û Hez-Kurd civiya ye û behsa rewşa niha û pirsa Kurd kirine.

Çavkaniyekî ku beşdarî civînê bûye ji Rûdawê re diyar kir ku di civînê de ji PAKê serokê partiyê  Mistafa Ozçelîk û cîgirê wî Hanefî Avci, ji PSKê serokê partiyê Mesut Tek û cîgirê wî Bayram Bozyel, ji HAK-PARê Paşa Akdogan û Abdullah Çelebî, Serokê Hereketa Azadî Metîn Pîranî, ji Tevgera Demokratên Kurdistanê du nûner û ji HEZ-KURDê nûnerek di civînê de amade bûne.

Li gor çavkaniya ku nexwestiyê navê xwe eşkere bike, partiyên navborî di civînê de behsa zor û zehmetiyên li pêşiya wan di qada siyaseta Tirkiyê de kirine, bi taybetî di aliyê hiqûqî de ji bo navê Kurdistanê ew partiyên ku doz li ser wan hatine vekirin, diyar kirine ku ji ber van pirgirsgirêkên hiqûqî ew nikarin bi hêsanî xebatên xwe bimeşînin.

Hat destnîşankirin ku bi giştî pêvajoya siyasî li Bakurê Kurdistanê û pirsgirêkên Kurdan di civînê de mijara axavtinê bûn.

Heman çavkaniyê got: “Rayedarên AK Partiyê jî haya wan ji vê civîne nîne ku Abdurrahman Kurt wek nûnerê Recep Tayîb Erdogan beşdarî civînê bûye û dê wek rapor bi devkî ji Erdogan re nêrîn û helwesta partiyên Kurdistanî eşkere bike.”

Hat zanîn ku piştî meha Remezanê li gorî nêrînên ku Abdurrahman Kurt ji Serokkomar Erdogan bîne, dê civîneke din bi Partiyên Kurdistanî were lidarxistin.

Abdurrahman Kurt diyar kiriye ku ji ber hebûna MHPê û aliyên tundrew ên di nava partiyan wan de yên ku li dijî çareseriyê ne, destê wan jî girêdayî ye.

Li ser operasyona vê dawiyê ya Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, partiyên Kurdistanî diyar kirine, Tirkiye piştî her hevdîtineke bi rayedarên Herêma Kurdistanê re dest bi operasyonan dike, ji ber vê desthilatdariya Herêma Kurdistanê dikeve tengasiyê.