Asayişa Rojava derbarê teqîna Qamişlo de daxuyanî da

21-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayiş), Tirkiyê piştî nîvroya roja Sêşemê bi dornekê Navenda Pêwendiyan li bajarê Qamişlo bombebaran kir û di encamê de 2 endamên wê navendê birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekarıya Navxwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrişali Qamişlo û Kobanî de ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Balafıreke bêmirov dewleta Tirkiyê danê nîvro navenda têkiliyan a li Qamişlo bombebaran kir, di encamê du endamên karker ku li navendê dixebitin birîndar bûn.

Hêzên Ewlekarıya Navxwe herwiha dibêje: “Bêrêvarê jî nêzî saet 3:00’yan balafireke bêmirov erebeyek li gundewarê Kobanî li ser rêya di navbera gundê Îdiq û Textê de hedef girt, di encamê de ajokar birîndar bûn.”

Hêzên Ewlekarıya Navxwe bang li hêzên navneteweyî yên garantor dike ku bi erkên xwe li hember van êrişan rabin ku parastina welatiyan ji van hedefgirtinan bikin.

Asayişê nîşan bi wê yekê jî daye ku Tirkiye hewl dide aramiya navçeyê têk bide û bêserûberiyê belav bike û welatiyên sivîl neçar bike ku ji navçeyên xwe koçber bibin.

Di daxuyaniyekê de, Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayiş)ê, ragihandiye ku ew êrîşên Tirkiyê li ser navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst