Murat Karayilan: Ev ne operasyon e, şerekî mezin e

21-04-2022
RÛDAW
Nîşan Murat Karayılan PKK Kurdistan Operasyona Pence-Kilîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji rêveberên payebilind ên PKKê Murat Karayilan, li ser operasyona herî dawî ya Artêşa Tirkiyê ya li ser xaka Herêma Kurdistanê hatiye destpêkirin, got, "Ev ne operasyon e, şerekî mezin e."

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan li ser operasyona "Pence-Kilîl" a ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) ve di 17ê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên navçeya Amêdî ya Duhokê hat destpêkirin, axivî.

Karayilan diyar kir ku Tirkiye ji sala 2016an û vir ve bi konsepteke nû tevdigere û got, "Armanca Tirkiyê ew e ku di çarçoveya Mîsak-i Millî de ji bo pêşî li PKKê bigire di warê serbazî, siyasî, aborî û hemû qadan de sînorên Tirkiyê kontrol bike."

Karayilan her wiha anî ziman, “Bi vî awayî, ne bi êrîşeke rasterast, dixwazin Iraq û Sûriyê bixin bin destê xwe. Bi vî awayî armanc dikin ku bernameya Neo-Osmanîzmê bi cih bînin û Tirkiyê bikin dewleta herî mezin a herêmê.”

“Ne operasyon e şerekî mezin e”

Karayilan diyar kir ku operasyona "Pence-Kilîl" di 14ê Nîsanê de bi bombebaranên firokeyan hate destpêkirin û piştî 3 rojan di 17ê Nîsanê de ji bejahiyê ve jî dest pê kir û bi serbazên ku li herêmê bi cîh kirin jî bi piştgiriya hêzên xwe dane.

Murat Karayilan li ser meziniya operasyonê got, "Ev ne operasyon e, şerekî mezin e. Tu welat nikare ewqas bi hêsanî şerê hev bike. Ez bawer nakim ku eniyên wiha li Ukraynayê jî hebin û li cîhekê bi berdewamî şer hebe."

Karayilan destnîşan kir ku dê şer û pevçûn zêdetir bibin û anî ziman, “Ev ne tenê şerê PKK û dewleta Tirk e. Ew dê ne tenê li çiyayên Kurdistanê, bandorê li Hewlêr û Bexdayê jî bikin. Lewma ev şer ji bo gelê Kurd şerê man û nemanê ye.”

Karayilan ragihand ku Hikûmeta Tirkiyê hemû dewlemendiya xwe di vî şerî de xerc kiriye, heger bi ser nekeve dê gel ji wan hesab bipirse û got, “Ev ji bo wan girîng e lê ji bo me girîngtir e, ji ber ku meseleya man û nemanê ye."

Karayilan her wiha got, “Ew li pey xeyalên Neo-Osmanîzmê ne. Ev ne planeke wisa veşartî ye. Hesabê wan heye; her roj nabêjin 'Kerkûk bi rastî ya me bû lê bi dest xistin'? Heger na, serbazên wan niha li Başîqayê çi digerin? Eşkere ye ku heger stratejiya wan bi ser bikeve, dê statûya Kurdan bikeve xeterê û ji holê rabe.”

Karayilan diyar kir ku ji par ve Hêzên Pêşmerge ji herêmên ku lê bi cih bûne vekişiyane.

Murat Karayilan got, “Divê şerê Kurd-Kurd nebe. Tu xêra vê yekê tune ye, kes bi ser nakeve. Ev projeya dewleta Tirk e. PKK ji bo federasyona Başûrê Kurdistanê temînata mezin e. Heger PKK nebûya dewleta Tirk federasyon nas nedikir.”

Karayilan diyar kir ku Hulusî Akar li Parlementoyê got, "Ne li hundir û ne jî li derveyî Tirkiyê cihekî bi navê Kurdistanê nîne. Bi vê armancê vî şerî dimeşînin, stratejiyên xwe jî li gorî wê amade kirine."

Karayilan diyar kir, ew nûçeyên ku dibêjin "xelk ji ber şer û pevçûnan nikarin biçin gundê xwe, sivîl zirarê dibînin" rast in lê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê "li ser siyaseta xwe ya di vî warî de ji xwe bipirse".

Murat Karayilan her wiha li ser şer û pevçûnên di navbera Artêşa Iraqê û hêzên ser bi PKKê ve li Şingalê diqewimin axivî û got, “Ev hemû bi teşwîqa dewleta Tirk diqewimin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst