Cizîr; Di bûyereke trafîkê de kesekî hevjîn û xesûya xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê derengiya şeva bihorî di 2 bûyerên trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Yek ji bûyeran li ser rêya navbera Cizîr-Nisêbînê û li nêzîk gundê Şûşanê çê bû. Di vê bûyerê de otomobîlek ji kontrolê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de Serdar Kurekçi û hevjîna wî Saliha û xesûya wî Şahide Kurekçî bi giranî birîndar bûn û bo Nexweşxaneya Cizîrê hatin veguhastin.

Li nexweşxaneyê, Saliha û Şahide Kurekçî ji ber dijwariya birînan canê xwe ji dest dan û Serdar Kurekçî şofêrê otomobîlê hêj di bin çavdêriya hûr a pizîşkan de ye.

Bûyera duyem li ser rêya navbera Cizîr-Silopiyê çê bû û mînîbusekû li otomobîlekê da. Di wê bûyerê de jî şofêrê otomobîlê û kesekî pê re birîndar bûn ku bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Lê belê şofêrê otomobîlê Yusuf Olgun li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.