Diakurd: Rojnamevanên Kurd dikevin ber êrişên narewa

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û tê de dibêje: “Bi sedan rojnamevan û nivîskarên Kurd ên hemû beşên Kurdistanê ji ber xebata xwe ya pîşeyî û derbirîna raya xwe dikevin ber hêrişên narewa û heta di gel îşkence, zîndan û kuştinê de jî rûbirû dibin.”

Diakurd di peyama xwe de dibêje: “Roja Rojnamegeriya Kurdî, roja bîranîna derketina yekemîn rojnameya kurdî ye. Rojnameya Kurdistan di 22ê nîsana 1898an de ji aliyê Miqdad Midhed Bedirxan ve li paytexta Misrê Qahîreyê hate çapkirin. Bi helkefta vê rûdawa dîrokî, 22ê nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.”

Diakurd bi bîr xist ku 5 hejmarên pêşîn ên rojnameyê di şert û mercên dijwar de li Qahîreya paytexta Misrê hatin derxistin, lê piştî zext û zordariyên dewleta Osmaniyan hêjmarên wê yên 6-31an ji aliyê Ebdurrehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Brîtanyayê hatin derxistin.

Di peyam xwe de Diakur balê dikêşine li ser zext û zorderiyên rojnamevanên Kurd rû bi rû dibin û dibêje: “Rojnama Kurdistan bandoreke mezin li ser rewşenbîriya Kurdî, tevgerên Kurdan û hişyarkirina neteweyî bi giştî kiriye. Di 124 salên bihûrî de bi hezaran rojname û rojnamevanên kurd li ser rêbaza Miqdad Midhed û Ebdurrehman Bedirxan de meşiyane û li gel hemû zext, zoriyan vê mîrata wan roj bi roj pêşve dibin. Mixabin heya îro jî salane bi sedan rojnamevan û nivîskarên kurd yên hemû beşên Kurdistanê ji ber xebata xwe ya pîşeyî û derbirîna raya xwe dikewin ber hêrişên narewa û heta di gel îşkence, zîndan û kuştinê de jî rûbirû dibin.”

Komîteya Birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora herî dawî di peyama xwe de dibêje: “Em bi minasibeta Roja Rojnamegeriya Kurdî hemû pêşengên rojnamegeriya kurdî bi bîr tînin û wê rojê ji rojnamevan û hemû xebatkarên rojname û medyayên Kurdistanî pîroz dikin.”