Çekdarên grûpa Siltan Mûrad gule bi ser xelkê gundekî re avêtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav gundekî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hejmarek çekdarên grûpa Siltan Mûrad teqeyê dikin da ku tirsê bixin dilê gundiyan.

Dîmenên wan çekdaran taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin. Çavkaniyekê ji navçeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, armanc ji van kiryarên tirsandinê fişar li ser xelkê herêmê da ku di dema girtina wan de fidyeyê bidin grûpa çekdar.

Hejmarek çekdarên grûpa Siltan Mûrad a girêdayî Tirkiyê, ew li naverasta gundê Dêrsiwanê ser bi nahiyeya Şera ya Herêma Efrînê ya Rojavayê teqeyê dikin da ku tirsê bixin dilê gundiyan. Ev dîmen taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin.

Çavkaniyekê ji navçeyê ji Rûdawê re got, armanc ji van kiryarên tirsandinê fişar li ser xelkê herêmê da ku di dema girtina wan de fidyeyê bidin grûpa çekdar. Li vî gundê Erebwêranê yê ser bi heman nahiyeya Şera ve, çekdarên opozisyona Sûriyê muxtarê gund Mihemed Nebî Mecîd girtin

Ew ji roja 24ê adara 2022ê hatiye girtin û heta niha nehatiye azadkirin. Ew Li ser destê Polîsên Serbazî hatiye girtin. Ew Bi tohmeta ku alîkariya diravî ji bo Rêveberiya Xweser a berê hatiye girtin

Derbarê diyardeya girtina ji berê ve li herêma Efrînê, medyakar û çalakvana Efrînî Emîne Misto ji Tora Medyayî ya Rûdawê behsa armancên girtinê kir û got: “Armaca ji berdewamiya girtina xelkê li Efrînê ew e ku xelkê wê yê resen koçber bibe û herêm vala bibe. Ew bi hincetên têkiliyên wan tê girtin û pereyan ji wan distînin, lê ti peywendiyên bi Rêveberiya xwer ve nîne.”

Li gorî rapora herî dawî ya Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ji 1 meha Nîsanê û heta roja 18ê heman mehê, çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê 29 welatên sivîl li Herêma Efrînê girtine.

Temenê girtiyan di navbera 23 û 70 salî de ye.