Li Çelê 4 siyasetmedar hatin berdan

21-04-2021
RÛDAW
Nîşan Çelê Colemêrg Servet Tunç Mehmet Kanar Faris Çetinkaya Haci Yanar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ew siyasetmedarên ku li Çelê hatibûn girtin, hatin berdan.

Li navçeya Çelê ya ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê ve, hevserokê berê yê şaredariya Çelê Servet Tunç jî di nav de 4 siyasetmedar hatin berdan.

Li navçeya Çelê berî niha polîsan bi ser gelek navnîşanan de girtibûn û Hevserokê berê yê Şaredariya Çelê Servet Tunç, serokê berê yê şaredariyê Mehmet Kanar yê li ser Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), endamê Encûmena Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faris Çetinkaya û Haci Yanar hatibûn desteserkirin.

Siyasetmedarên Kurd piştî ku li emniyetê îfadeya wan hat wergirtin, hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst