Nêçîrvan Barzanî: Dema nêrîneke hevbeş hatiye

21-04-2021
Nîşan Herêma Kurdistanê Iraq Brîtanya Stephen Hickey
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey civiyan û di wê hevdtînê de Barzanî ragihand ku “dema wê hatiye nêrîneke hevbeş ya aliyên Iraqiyan a ji bo baştirkirina rewşa jiyan û guzeraniya welatiyên Iraqê bi giştî bê guftûgo kirin û ji bo vê mebestê aliyên Iraqî amadekariyê bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 21ê Nîsana 2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey û şanda pê re kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de dubare derketina DAIŞê û metirsiyên wê yên li ser aramiya Iraqê guftûgo kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Hevpeymaniya Navdewletî ya li piştevanîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de da, herwiha tekez li ser girîngiya piştrastbûna li nehiştina yekcarekiya DAIŞê û pêwîstiya hemahengî û hevkariya di navbera Hewlêr û Bexda li gel Hevpeymanan kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku “piştî wan hemû salan dema wê hatiye nêrîneke hevbeş ya aliyên Iraqiyan ya ji bo baştirkirina rewşa jiyan û guzeraniya welatiyên Iraqê bi giştî bê guftûgo kirin û ji bo vê mebestê aliyên Iraqî amadekariyê bikin.”

Di beşeke din  civînê de şanda mêvan dilgiraniya xwe ji wan êrîşan derbirîn ku li ser Herêma Kurdistanê bi taybetî li Hewlêrê hatibû kirin, bi tundî şermezar kir, tekez li wê yekê jî kirin ku ev kiryar bandorê li ser aramiya Iraqê bi awayeke giştî dike.

Herwiha di civînê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanya, serdana dawî ya Nêçîrvan Barzanî ya Bexda, peywendiyên Hewlêr – Bexda û pêşketinên wê gotûbêjkirin û pejirandina yasaya budceya giştî ya Iraqê û rêkeftina li ser pirsa Dadgeha Federalî, bilind hate nirxandin.

Di heman demê de hewlên Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya ji bo yekrêziya di navbera aliyên siyasî de, rola civaka navdewletî ya li çareserkirina kêşeyên Iraqê, bihêzkirina sazî û dezgehên dewletê û sûdwergirtina li piştgîriya navdewletî, rewşa aboriya Iraqê, bandorên corona û rewşa koçber û penaberan, çend mijarên din di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst