'Dixwazin di navbera Kurd û Ereban de şer derkeve'

21-04-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Dixwazin di navbera Kurd û Ereban de şer derkeve
Dixwazin di navbera Kurd û Ereban de şer derkeve
Nîşan Qamişlo Asayîşa Rêveberiya Xweser Ferîd Seidûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şarezayê karên Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê  Ferîd Seidûn di derbarê şerê di navbera asayîşa Rojavayê Kurdistanê û milîsên hikûmeta Sûriyê de dibêje “gelek sedem hene ku şer berfireh bibe, ev bixwe metrisiyeke ku di navbera Kurd û Ereban de li ser tayê netewî lîstikek çê bibe.”

Ji duh ve, şerekî giran di navbera asayîşa Rojavayê Kurdistanê û grûpa milîsên hikûmeta Sûriyê berdewam dike ku di encama êrîşa wan ya şeva derbasbûyî de, endamekî asayîşê şehîd ket.

Welêtiya bi navê Meyî Elelî ku top li mala wî ketiye dibêje “Xerab bûye, topek îro li mala me ket, xwedê me biparêze, ev du roj in xerab bûye, difa elwetenî û Rêveberî ne, du zarokên min hene, zilamê min li malê meye daku neyê dizîn.

Heya niha milîsên ser bi hikûmeta Sûriyê sedema êrîşa xwe eşkere nekirine, lê di beramber de, hejmareke zêde ji hêzên xwe li derdora taxa Tay, ew taxa ku di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye, belav kirine.

Bêyî ku nexşeya serbazî li ser rûyê erdê bê guhertin, aloziya di navbera herdû aliyan de bi dawî nehatiye û beşek ji Kurdan hişiyariyê derbarê rûdana şereke Ereb û kurdan didin.

Şarezayê karên Rûsyayê li Rojava Ferîd Seidûn dibêje “Rûsya destwerdanê dike daku şer berfireh nebe û bighêjin rêkeftinekê, şer bi dawî bibe. Îro gelek sedem hene şer berfireh bibe bi taybet ku niha asayîş derbazî taxa Tay dibe û dibe ku kontrol bike, ev bi xwe metrisiyeke heye ku bibe mijarek hestiyar û di navbera Kurd û Ereban de li ser tayê netewî lîstikek çê bibe.”

Ev şeş car in şerê çekdarî di navbera Rêveberiya Xweser û milîsên hikûmeta Sûriyê de ku hebûna wê heya niha li bajarê Qamişlo heye rû dide. Herçende tenê çend rojan dirêj dike, lê qurbanî û ziyanan li dû xwe ve dihêle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst