VIDEO - Ferîd Seidûn: Milîsên nû bi navê berevaniya xwecihî tên damezirandin

Hewlêr (Rûdaw) - Di derbarê aloziyên li Qamişlo de, lêkoler û akademîsyen, Ferîd Seidûn ji Rûdawê re ragihand: Ev ne cara yekê ye ku ev bûye diqewime, wisa xuya dike ku kar li ser wan hêzênan hatiye kirin û bi zanabûn wan milîsan didin pêş daku aloziyan derxin.

Seidûn got “Çî şerê ku li Qamişlo çêdibûn, destê milîsên berevaniya niştimani tê de hebûn. Bêtir pirsgirêk ji ba wan derdiket.”

Ferîd Seidûn got jî, wan hêzan çetreke diyar nîne û her girûpek ser bi Şêxekê ye û alîgirên hikûmeta Sûriyê de, li dijî asayişa Qamişlo tên bikaranîn.

Seidûn bal kişand ser vê yêkê milisên berevaniya niştimanî dibin 2 alî  niha milîseke din ya milîsên berevaniya xwecihî  tên avakirin û nêzikî hezar û 500 endam çêbûne.

Di derbarê avakirina milîsên nû de Seidûn got “îşareteke tê pê amajekirin li deverê amadekrariya şerekî tê kirin. Her tim armanca dewletê ew e ku hemû deverên sûriyê têke bin kontrola xwe.”

Ferîd Saidûn da zanîn ji bo ku şer raweste Rûs navbenkariyê dikin.

Herwiha Seidûn dibêje li ser êrişeke biçûk di bin de planeke mezintir heye. Heta ku ev çekdar hebin dê pirsgirêk berdewam bin, kê divê ji vê yekê re çareseriyek bê dîtin.

Seidûn amaje bi yekê dike ku sedemek vê êrişê jî ew e ku hikûmet dixwaze sindoqên hilbijartinê deyne.

Ferîd Seidûn da zanîn ku ji ber pirsgrêkên ku dertên, xelkê taxa Tay daxwaz dikin ku ew milîs bên guhertin.  

Li aliyê din Şîrovekarê Siyasî yê nêzîkî hikûmeta Sûriyê Amir Şêx Helûş ji Rûdawê re ragihand, aliyê Rûsî mercê Asayîşê ji bo rakirina dorpêçê gihandine Berevaniya Niştîmanî û ev pirsgirêkeke xwecihî ye û pêwîste nake bi qebareya xwe bê mezintirkirin.

Amir Şêx Helûş dibêje jî, eger tola şehîd wergirtibin û yên êrîşkar girtibin, pêwîst nake kirîz bê mezintirkirin.

Hêzên aşayîşê û hêzên hikûmeta Sûriyê li Til temir û Eyn Îsayê  bi hevre kar dikin. Hêzên rizgarkirina Efrînê yên ku li navçeya Şehbayê ya Helebê hene ji hêzên Sûriyê, Asayişê û HSD pêk tên.

Amir Şêx Helûş tekez kir ku tiştê herî giring ew e ku beşek ji hêzên asayîşê yên ku taxa Tay dorpêç kirine Ereb in û piraniya malbatên wan li taxa Tay ne, li taxa Tay ne tenê Ereb, Kurd û Mesîhî jî dijîn.

Di derbarê du îdareyî ya Qamişloyê de Amir dibêje “Li bajêr di du îdare tunin. Rêveberiya xweser piraniya bajêr birêve dibe ya din tenê berpisên çavdêriyên ewlekariyê ye, ew diberjewendiya Rêveberiya Xweser de ye. Taxa Tay taybetmendiyeke xwe heye, ew gundên derdora wê jî psîkolojiyeke taybet heye, birêvebirina ewlekariyê ji aliyê wan bixwe ve baştir e ji bo rêveberiya xweser.”

Li ser hewl û plana hikûmeta Sûriyê ku birêvebirina bajarê Qamişloyê kontrol bike Amîr got “plana hikûmeta Sûriyê ji bo destgirtin bi ser Qamişlo û tevahiya parêzgehê de peywedî bi çareseriya Sûriyê gîştî heye.”

Amîr dibêje di pirsgirêka niha da aliyên hikûmeta Sûriyê û Artêşa Sûriyê destwerdan di vê pirsgirêkê de nekiriye. Tenê aliyê Rûsî destwerdan kiriye. Leşkerên Rûsî niha li baregeha berevaniya niştimanî ne ku şert û mercên asayîşê ji bo wan veguheztine.

Amîr li ser diyaloga aliyên Sûriyê got “Pirsgirêka Sûriyê bûye pirsgirêkeke gelek mezin a navdewletî. Hêzên navdewletiyê yên mezin li ser krîza Sûriyê li hev nakin. Eger hêzên mezin li ser Sûriyê lihev bikin dê Sûrî bixwe jî lihev bikin. Eger lihevkrineke navdewletî çênebe, tu çareserîkî çênabe.”

Amir di derbarê milîsan de jî got “ew hêzên sereke nînin, ew çekdarên aligirên hikûmetê ne. Ew ne tenê li Cizîrê hene, lêbelê li hemû beşên sûriyê hene, eke HSDê û aşayîşê hevbeş in.”