NPG: Sînan Mîrxan di êrişekê de jiyana xwe ji dest da

21-04-2021
RÛDAW
Nîşan Sînan Mîrxan Dalokay Şanli NPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - NPGê ragihand, Sînan Mîrxan ku demekê Endamê Konseya Rêveber a KCKê bû, di êrişeke asmanî ya artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ku ser bi PKKê ve ye, daxuyaniyek da û tê ragihand ku  Dalokay Şanli yê bi nasnavê Sînan Mîrxan, roja 27ê Cotmeha 2020an di êrişeke esmanî ya artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.

NPG di daxuyaniyê de diyar kir ku Sînan Mîrxan demekê di xebatên Yekîtiya Ciwanê Kurdistanê (YCK) û endamtiya Koma Civakên Kurdistan (KCK) cih girtiye.

Herwiha di daxuyaniya hat tomarkirin ku Sînan  Mîrxan li Ewropayê demek dirêj beşdarî xebatên rêxistinê bûye û endantiya Konseya Fermandariya HDG kiriye.

NPG ragihand ku Mîrxan li herêma ku ji aliyê PKKê ve wek “Herêma Parastina Medyayê” hatiye binavkirin, jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû ku wan di 27ê Cotmeha 2020an de li herema Zap û Garê li dijî PKKê êrişên esmanî pêk anîne û di encamê de 6 endamên rêxistinê jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst