Li bajarekî Bakur 2 xwîşkên cêwî yên 2 salî canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) –  Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di bûyereke trajedîk de du xwîşkên cêwî ku 2 salî bûne, ji qata çarem a bînayekê ketine xwarê û canê xwe ji dest dan

Li gor agahiyên hatine belavkirin, bûyer demjimêrên sibehê li Taxa Narlikuyu ya bajarokê Karakoprû yê Rihayê qewimiye. Di bûyerê de herdu zarokên bi navê Rewza û Rûmeysa Demir, canê xwe ji dest dane.

Li gor agahiyan, herdû xwîşkên cêwî yên 2 salî dema li ber pencereya mala xwe ya li qata çarem lîstine,  xwe bi pencereyê ve daliqandine û hevsengiya xwe wenda kirine û ketine xwarê.

Kesên derdorê û cîran dema dibînin zarok dikevin, tîmên tendirûstiyê agahdar dikin û tîmên tendirûstiyê û mabulans digihin cihê bûyerê.

Dema tîmên tendirustiyê gîhiştin cihê bûyerê, dîtin ku her li cihê bûyerê Rewza canê xwe ji dest daye û Rûmeysa jî bi ambulansê veguhestin nexweşxaneyê.

Lê ligel hemû hewldanên doktoran, Rûmeysa jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Piştî pişkinînan cenazeyê herdû xwîşkan bo morga Dadweriya Pizşîkî ya Rihayê hatin veguhestin.

Hêzên polîs derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.