Galeriya wêneyan

21-04-2020
15 Photos
RÛDAW

Li Mûşê ekîbên çavdêr ên Komeleya Parastina Siruştê ya Tellî Turnayê cureyên teyr û tûyên li Deşta Mûşê tomar dikin. 

Balindeyên  payîzê bi sermayê koç dikin û biharê jî cardin diçin ser gola Kazli û Haçliyê. Ji destpêka hatina teyr û tûyan heta dema hêkirin, rûniştin û xwarin û vexwarinê ekîbên Komeleya Parastina Siruştê ya Tellî Turnayê çavdêriya wan dikin. Ekîb di heman demê de ji bo parastina cihên ku lê hêk dikin û rûdinên jî dixebitin.

Endamên ekîbê 8 sal e wêneyên teyr û tûyên ku diçin cihên avî dikşînin û herêma ku bi dehan cure teyr û tû xwe navdar e jî didin nasîn.