Soylu: Operasyonên me dê 4 demsal berdewam bin

21-04-2018
RÛDAW
Nîşan Suleyman Soylu Operasyon Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li bajarê Amedê gotarek pêşkêş kir û ragihand ku wan hinek projeyên nû yên ewlekariyê li başûr û başûrê rojhilatê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) bi cih kirine û dê operasyonên wan li her çar demsalan jî berdewam bin.

 

Suleyman Soylu îro li Amedê konferansek bi navê Civîna Ewlehiya Herêmê pêk anî û di konferansê de got: “Me sala par biryar dabû ku em projeyên xwe yên ewlekariya bajaran li başûr û başûrê rojhilatê welatê xwe bicîh bikin. Ango me projeyên xwe yên li rojavayê Tirkiyê paşguh kirin, li şûna wan li vê navçeyê bicîh kirin. Di encama vê yekê de jî me encamên baş bidest xistine. Ango me girîngî da ewlekariya vê navçeyê.”

 

Soylu herwiha got: “Me hêzên xwe yên bejahî û esmanî jî gurçûpêç kirine da ku em encamên baş bidest bixin. Bi taybetî jî di pêvajoya şerê Efrînê de, wan rêxistinan ji sibehê heya êvarê banga tevlîbûnan li xelkê kirine da ku bidin şerkirin, lê nekarîne bigihin armanca xwe. Di şerê li dijî terorê de biryardariya me heye û emê li hemû navçeyan operasyonên xwe jî bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst