Nûnerê ENKS: Tirkiye ji me re dibêje hûn piştgiriya PYDê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê Partiya Yekîtî Fûad Elîko ku di heman demê de yek ji nûnerên ENKSê li Itîlafa opozisyona Sûriyê ye ragihand ku ji ber ew li dijî operasyona Efrînê derketine Tirkiyê êdî ew piştguhavêtine û rayedarên Tirkiyê ji wan re gotiye hûn piştgiriya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dikin.
Nûnerê Encumena Niştîmanî Kurd li Sûriyê (ENKD) Fûad Elîko ku niha li bajarê Stenbolê dimîne beşdarî bultena Rûdawê û diyar kir ku Tirkiyê gelek gazinan ji hilwesta ENKSê li hemberî êrîşa wana li ser Efrînê kir.
Fûad Elîko derbarê veguhestina malbatên Ereb bo nav herêma Eferînê de wiha got: “Bêguman rast e, herêma Efrînê tê erebkirin û heroj veguhestina Ereban bo herêmê zêdetir dibe taybetî jî piştî biryara rejîm û Rûsyayê ya valakirina Xûtaya Rojhilat. Hejmareke zêde ji Xûtya Rojhilat birine Efrînê. Mixabin li herêma Efrînê gelek dizî û talankirin çêbûn. Gelek kes bi bombeyan PYDê danîne jî jiyana xwe ji dest dane. Li Efrînê rewşeke dijwar derbas dibe.”
Elîko destnîşan kirin ku tiştek ji destê ENKSê nayê bo Eferînê bike ew tenê dikare daxuyaniyan bide û dengê xwe bigihêjine cîhanê.
Nûnerê ENKSê da zanîn ku Tirkiye bi nêrîneke gelek xirab li ENKSê dinêrin û wan bi zelalî ji wan re gotiye ew wek ENKSê piştgiriya PYDê dikin û di daxuyaniyên xwe de dijmintiya Tirkiyê dikin lewma Tirkiyê jî nêrîna xwe li hemberî wan guhertiye û êdî tiştekê ji wan napirse.
Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ji 20ê Çileya bihorî ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê dabû destpêkirin û piştî 58 rojan şer, di 18ê Adarê de hêzên Tirkiyê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û kontrolkirina bajêr ragihandibûn.