Hêzên Tirkiyê hinek gundên Efrînê gulebaran dike

Efrîn (Rûdaw) – Hêzên artêşa Tirkiyê yên li ser sînorê herêma bajarî Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û Hataya Tirkyê, gule berdane xelkê gundên şîe .

Li gor agahyên ku Rûdawê bidest xisitine, hêzên artêşa Tirkiyê yên li qereqolên Komîd, Bezkê Reş û Olkê Mecîd li  gundê Çeqela û Qermîtliqê bi çekîn biksî gule berdane xelkê.

Hat raghandin ku, ti gule li t welatyeke kurd neket, lê ew bû sedem ku xelk nikarbin biçin nav zevyiên xwe û karê xweyên rojane bikin.

Wek tê zanîn piştî ku hêzên Demokratîka Sûriyê gundên Tilrefet û Mîxê yên bi ser Ezazê de xist dest xwe, artêşa Tirkyê ji roja 16 sbatê ve herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi topan bomberduman dike.