Kongreya Îslama Demokratîk rojbûna pêxemberê îslamê pîroz kir

Amed (Rûdaw) - Kongreya Îslama Demokratîk li Amedê bajarê Bakurê Kurdistanê rojbûna pêxemberê îslamê pîroz kir û Lutkeya Welatên Îslamê rexne kir.

Rojbûna pêxemberê îslamê Hz. Muhamed ji aliyê Kongreya Îslama Demokratîk ve li Amedê bi merasîmek hate pîrozkirin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî beşdarî merasimê bûn û Lutkeya Welatên Îslamê ku li Stenbolê civiyabû ji ber xemsariya wan a li hemberî zordestiya li ser kurdan bi tundî rexne kirin.

Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Prof. Dr. Qedrî Yildirim di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û got: “Eger ew qral, ew sultan, ew padîşah bi rastî yên îslamê bûna niha zûde pirsgirêka Filistînê jî û ya kurdan jî hatibû çareserkirin.”

Kesên beşdarî merasimê bûn bal kişandin kurd jî neteweyeke îslamê ne mafên wan ji destê wan hatiye standin.

Beşdaran, da zanîn ku li gorî îslamiyetê mafên ereb, ecem, tirk û farisan çi be, divê kurd jî xwedî wî mafî bin.

Piştî axaftinan di merasima pîrozbahiya rojbûna pêxemberê îslamê de mewlûd û qesîdeyên bi kurdî hatin xwendin.