Hewlêr (Rûdaw)- Bêtirî 8 hezar xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr li hêviyiya encamê ne ku di yek ji zanîngehên Herêma kurdistanê de werin qebûlkirin û xwendina xwe berdewam bikin, lê ev çend sal in hêj ev yek pêk nehatiye.
Ji sala 2012 de tenê kesên li zanîngehên Sûriyê dixwendin û belgeyên pêwist di dest wan de hene li zanîngehên Başûrê Kurdistanê hatine qebûlkirin.
Dûvçûna qebûlkirina xwendekaran berdewam dike û niha gihaştine soza wergirtina derdora 300 xwendekarên penaberên Rojava di zanîngehên Herêma Kurdistanê de, lê dîsa ew hejmar kêm e ji ber ku bêtirî 8 hezar xwendekar li hêviya qebûlkirinê ne.
Di sê salên dawî de tenê 50 xwendevan li zanîngehên li Silêmaniyê hatine qebûlkirin, herwiha vê salê 16 xwendekar bawernama bekeloriya ji dibistana Dêrik ya li kempa Domîz wergirtibûn, li zanîngehan hatin qebûlkirin .
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse