KOBANÎ –YPG ket nav nahiya Sirrînê
Pirsûs/Kobanî (Rûdaw) – Li 40 kîlometreyan dûrî Kobanî li nahiya Sirrînê di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞê de pevçûn didomin.
Hat ragihandin şervanên YPGê ketin nav nahiya Sirrîn yê 40 kîlometreyan dûrî başûrê bajarê Kobanî.
Wezîrê Derve yê Kantona Kobanî Brahîm Kurdo ji Rûdawê re diyar kir, li nahiyêê şereke giran diqewime. Herwiha Kurdo da zanîn, hêzên Burkan El Firat jî tevlî operasyona Sirrîn bûne.
Kurdo got, gellek çekdarên DAIŞê hatine kuştin lê hêj tevahiya nahiyê ne hatiye kontrolkirin.
Brahîm Kurdo destnîşan kir, li nahiyê xelkên ereb û kurd dijîn û ew li wê derê çekdarên DAIŞê naxwazin û di demeke kurt de nahiyê dê were kontrolkirin.
Hat zanin ji ber pevçûnan sivîl ji herêmê direvin.
Nahiya Sirrîn di navbera Reqa û Helebê de ye û ji ber vê yekê heremek stratejîk e.
Meha Îlona par piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî bajarê Kobanî kir, nêzîkî 400 hezar kes ji bajar û gundan penaberî navçeya Pirsûs a (Suruç) girêdayî Rihayê, bajarên Bakur û Başûrê Kurdistanê bûn.
Piştî 26ê Çileyê bajarê Kobanî bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge û balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî ji aliyê şervanên YPG û YPJê ve hatibû rizgarkirin. Piştre jî piraniya gundên Kobanî hatin kontrolkirin.