Geştên Lufthansa bo Hewlêrê dest pê dikin

21-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Di hevdîtinekê de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, Konsulê Almanya li Herêma Kurdistanê, Dieter Lammle ragihand ku hêla asmanî ya welatê wî Lufthansa dê dîsa dest bi geştên xwe bo Hewlêrê bike.

Îro li Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê, Dieter Lammle û şanda pê re kir.

Dieter Lammle di wê hevdîtinê de destxweşî li hikûmet û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê kir, ku di demeke pir kurt de tawanbarê teqîna roja înê li Enkawa girtin.

Konsulê Giştî yê Almanya piştevaniya welatê bo Herêma Kurdistanê û berdewamiya piştgîriya leşkerî bo Hêzên Pêşmerge ji hemû aliyan diyar kir.

Herwiha Lammle da zanîn ku geştên hêla asmanî ya welatê wî Lufthansa, ku demekê rawesta bûn, dê dîsa dest bi geştên xwe bo Hewlêrê bike.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya Hikûmeta Almanyayê kir, li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê û daxwaz kir ku alîkariyên wê ji aliyê leşkerî û mirovî ve berdewam bin.

Herwiha Barzanî tekez kir ku, Hikûmeta Kurdistanê dê li ser piştevaniya dibistana almanî li Hewlêrê û parastina selametiya wê berdewam be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst