Barzanî: Ti bûyer rê li serxwebûnê nagire

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku ti bûyerek nikare rê li ber hewlên wan ji bo serxwebûna Kurdistanê bigirin.

Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka ragihand: “Pirsa serxwebûna Kurdistanê û hewlên me ji bo vê yekê berdewam dikin û ti bûyerek nikare rê li ber vê yekê bigire. Ev mijar, tenê bi lihevkirina aliyan çêdibe û bi şer, çênabe.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, “Partiyên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bi awayekî xwebexş li Başûr şerê DAIŞê kirin û tu alî rê li pêşiya wan negirt.”

Derbarê rola Îran di Iraqê de Barzanî wiha got: “Îran wek welatekî cîran dikare alîkariya Iraqê bike. Li gorî agahiyên me Îran di operasyona Mûsilê de beşdar nabe. Em wek Herêma Kurdistanê her ji serî de me birayar daye ku têkeliyên xwe ligel welatên ciran avabikin.”

Barzanî derbarê beşdarbûna Tirkiyeyê di operasyona kontrolkirina Mûsilê de, wiha domand: “Ez bawer nakim ew welat beşdar bibe û pêwîst nake ku beşdar bibe, lê eger wek pispor û bi dana çek û teqemeniyan alîkariya me bike, emê spasiya wan bikin.”

Barzanî di derbarê civîna bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de ragihand: “Encamên baş ên wê civînê hebûn, lê pirsgirêkên ku ji sala 2003an ve heya niha berdewam dikin, di serdanekê de û bi civînekê çareser nabin.”