Ayşegul Dogan: Ji bo yekîtiya Kurdan derfeteke dîrokî derketiye holê

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê got, "Ji bo yekîtiya Kurdan derfeteke dîrokî derketiye holê."

Newroza Mezin îro li Ameda Bakurê Kurdistanê tê pîrozkirin û gel diherike qada Newrozê.

Agirê yekem ê Newroza îsal 12ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û pîrozbahiyan heta îro dewam kir.

Îro jî dora Newroza Mezin a Amedê ye, şahî li Parka Newrozê tê lidarxistin.

Ayşegul Dogan li ser pêşhatên pêvajoyê û li hev nêzîkbûna aliyên siyasî yên Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ji Rûdawê re got:

"Ji bo yekîtiya Kurdan derfeteke dîrokî derketiye holê.

 Bi Ocalan re hevdîtineke nû pêk nehatiye, peyamek negihaye aliyê me. Em bi coş in, coşeke mezin heye

Hemû Kurdistan li benda Newroza Amedê bû.

Her devera Kurdistanê li heviya Newroza Amedê ye.

Pêwîstiya me bi aştiyeke mayînde heye. Me îsal Newroza kiriye Newroza azadiyê.

Hevdîtineke nû bi Rêzdar Ocalan re nehat kirin. Herî dawî roja bangewaziya Ocalan hevdîtin hat kirin”