Tuncer Bakirhan: Werin em tifaqa Kurdan û Tirkan nûjen bikin

21-03-2024
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Newroz Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di ahenga Newrozê ya Amedê de axivî û bang li hikûmet û mixalefeta Tirkiyeyê kir û got, “Werin em tifaqa Kurdan û Tirkan nûjen bikin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî ahenga Newroza Amedê bû û di ahengê de gotarek pêşkêş kir.

Bakirhan di gotara xwe de çend peyamên girîng dan.

“Kesên şerxwaz deklarasyona Ocalan nas nekir”

Bakirhan di destpêka axaftina xwe de peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a di dema “pêvajoya aştiyê” de li Qada Newrozê ya Amedê hatibû xwendin bi bîr xist û got:

“Ew deklarasyon, deklarasyona jiyaneke demokratîk, aştiyane û wekhev a 86 milyon hemwelatiyên Tirkiyeyê bû.

Mixabin kesên şerxwaz û dijminatiya Kurdan dikin, ji bo aştî neyê vî welatî ew deklarasyon nas nekir.

Wekî DEM Partiyê em li gel wê deklarasyona aştiyê ya birêz Ocalan in.”

“Hesab dê ji Newroza Amedê vegerin”

Tuncer Bakirhan rexne li hikûmeta AK Partiyê û hevpeymana wê MHPyê jî kir û got:

“Gelê me yê hêja, li Enqereyê dîsa hesabên qirêjî dikin.

Bi tifaqa JÎTEMê, bi tifaqa guran, bi tifaqa dijî Kurdan hesabên qirêj dikin.

Em ji kesên li Enqereyê hesabên qirêjî dikin re dibêjin hesab li qesrê be, terazî jî li Amedê ye, Newroza Amedê ye.

Em dibêjin hesabên xelet nekin, ew hesab dê ji Newroza Amedê vegerin.”

“Amed serî natewîne”

Tuncer Bakirhan anî ziman ku hikûmetî li gel Mehmet Agar û Tansu Çiller û endamên berê yên JÎTEMê hevpeymanî çêkiriye û wiha domand:

“Bi tifaqa JÎTEMê re derketine pêşberî me. Mehmet Agar li Xarpêtê, Tansu Çîller jî li Stenbolê ye û berdevkiya vê tifaqa JÎTEMê dikin.

Yên ku di vê hilbijartinê de bi Mehmet Agar û Tansu Çîllerê wêneyan dikişînin, salên 1990î tînin bîra Kurdan û balê dikişînin ser cînayetên kiryarên wan nediyar.

Gelo dê ciwanên Amedê rê bidin vê tifaqa JÎTEMê?! Dibêjin, qey em dê serî bitewînin.

Lê hûn çi bikin jî ev gel dê serî netewîne.”

“Werin em tifaqa Kurdan û Tirkan nû bikin”

Bakirhan beşeke girîng a gotara xwe jî ji nexşereyê çareseriya pirsgirêka Kurd re veqetand.

Bakirhan di wê çarçoveyê de bangî mixalefet, hikûmetê û aliyên siyasî yên Kurdan kir:

 “Bangawaziya min a yekemîn ji bo îktîdar û dewletê ye. Hûn nikarin bi şer, girtîgeh û bêstatutiyê vî gelî ji rêya wan bikin.

Vaye qad, vaye îradeya gel. Lewma em bang dikin ku li şûna şer, tifaqa Kurd û Tirkan nû bikin.”

Di berdewamiyê jî de Bakirhan got:

“Dîsan em bangî îktîdar û derdorên civakî dikin. Du rê li pêşiya Tirkiyeyê hene, an şer e an jî aştî û demokrasî.

Em bangî derdorên civakî dikin ku ji bo aştî û demokrasiyê têkoşînê mezin bikin.”

“Hûn mecbûr in rastiya Kurdistanê nas bikin”

Bakirhan banga bi dawîkirina înkara zimanê Kurdî jî kir û got:

“Di serî de divê hûn ewil li parlementoyê dev ji gotina ‘zimanê nayê zanîn û teroristanê’ berdin.

Ji zimanê Kurdî ku ev 13 sal in li ser vê xakê dijî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ û ji welatê Kurdan Kurdistanê re jî dibêjin ‘teroristan.’ 

Bilez vê siyasetê biterikînin. Hûn mecbûr in rastiya Kurdan, rastiya Kurdistanê fêm bikin û nas bikin.”

“Divê mixalefet wêrek be”

Bakir ji mixalefeta Tirkiyeyê xwest ku di meseleya Kurd de wêre be û got:

“Ez bangî bindest û maixalefetê dikim, di meseleya Kurd de wêrek bin û rastiyan bibêjin.

Divê helwesta li pey helwesta zextker a desthilatê nekeve û di meseleya Kurd de bêhtir xwedî li azadî û demokrasiyê derkeve.

Werin em li dijî şer bingeheke mezin a aştiyê ava bikin.

Dem dema avakirina yekîtiya neteweyî ye’

Weki dın banga min ji bo Kurdan ji ev e. Ji her bihosteke xaka Kurdistanê re dibêjin ‘teroristan.’

Ji Silêmaniyeyê heta Dihok û Kobaniyê û Urmiyê, li her aliyên Kurdistanê topan dibarînin.

Anku dijminên her çar parçeyên Kurdistanê ne.

Lewma bangî hemû aliyên siyasî yên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê dikim, ma eger îro ne roja yekitiya neteweyî be dê kengî dema wê be?

Eger em yekitiya xwe ava bikin, em dê bikarin peşiya operasyon û şerê li dijî Kurdan bigirin.

Divê Kurd yekitiya xwe ava bikin û astengiyên li pêşiya wê jê êdî rakin.

‘Em mecbûr in di zemîneke şoreşger de kar bikin’

Ez herî dawî jî bangî derdorên şoreşger, çepgir, sosyalîst û demokrat ên Tirkiyeyê dikim, em mecbûr in berxwedana hevpar a mezin ava bikin.

Nîviyê xelkê Tirkiyeyê di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de dijî. Nîvî jî nikare ziman û baweriya xwe bijî.

Ji bo daxwazên van tevan bên qebûlkirin, divê derdorên çep û demokratîk li ser zemîneke şoreşger bi hevre kar bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst