Gelo Sûdanî dê were Hewlêrê?
Hewlêr (Rûdaw) – Tê gotin ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê were Hewlêrê.
Li gorî zanyariyên Rûdawê îro Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, dê li gel şandeyeke hikûmeta Îraqê were Hewlêrê.
Serokwezîrê Herêma Mesrûr Barzanî ji hinek berpirsên hikûmeta Îraqê û balyoz, konsûl û nûnerên welatan re îşev li Çiyayê Korekê xwarinekê fitarê dide.
Heta niha aliyên fermî yên Bexdayê û Hewlêrê serdana Sûdanî piştrasnekirine.
Lê belê li gorî zanyariyên Rûdawê, li ser vexwendina Mesrûr Barzanî, îro piştî nîvro Mihemed Şiya Sûdanî dê bê Hewlêrê bike û beşdarî xwarina fitarê bibe.
" Sûdanî û Mesrûr Barzanî dê pirsa budceyê gotûbêj bikin"
Çend çavkaniyan, serdana Mihemed Şiya Sûdanî ji bi Hewlêrê piştrastkirin û ragihandin ku dê Sûdanî beşdarî xwarinê bibe û piştî fitarê dê gotarekê jî pêşkêş bike.
Çavkaniyên Rûdawê da zanîn dê civîneke 2 alî jî di navbera Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî de pêk were.
Di wê civînê de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybetî pirsgirêkên darayî werin gotûbêjkirin.
Balyozekî welatekî Îraqê jî ji Rûdawê re eşkere kir, ew ji bo xwarina fitarê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine vexwendin.
Wî balyozî herwiha ji Rûdawê re got:
“Hinek balyoz ji bo beşdarî wê civîn û xwarina fitarê bibin ber bi Çiyayê Korekê bi rê ketine."
Di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de ji bo bicihkirina xalên projeyasaya budceyê bi taybetî jî projeyasaya budceya sala 2023yê nêzîkî 7 mehan in nakokî hene.
Nakokiyên aliyan bi taybetî li ser beşa budceya Herêma Kurdistanê ye ku mafê Herêma Kurdistanê ji budceyê 16 trîlyon dînar e û ew di dema xwe de nayê şandin.