Leyla Zana: Em bi tekoşîna Mele Mistefa Barzanî bi hestên Kurdbûnê hesiyan

21-03-2024
RÛDAW
Leyla Zanayê li Newrozê Amedê axivî / Wêne: Rûdaw
Leyla Zanayê li Newrozê Amedê axivî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Newroz Leyla Zana
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd a naskirî Leyla Zanayê got, "Em bi têkoşîna Mela Mistefa Barzanî bi hesta Kurdbûnê hesiyan, em bi rêya Serok Apo şiyar bûn."

Siyasetmedara Kurd û parlamentera berê ya HDPyê Leyla Zana piştî bêdengiya 8 salan îsal beşdarî Newroza Amedê bû.

Leyla Zanayê li Naewrozê axivî, wê di peyama xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir û li ser aştiyê sekinî.

Zanayê destpêkê Newroz gelê Kurd pîroz kir û got:

“Amed felsefe, siyaseta, germahiya dilê Mezopotamyayê ye. Ez ji we hemûyan dixwazim hûn aram bibin. Ez Newroza her çar perçeyên Kurdistanê û kesên ji neçarî koçberî welatên din bûne pîroz dikim.”

“Em minetdarên rêber û pêşengên Kurd in”

Zanayê rêber û pêşengên Kurd bi bîr anî û got:

“Hemû qem bikok in, yên ku ev nasname gihandine vê rojê şexsiyetên me yên dîrokî yên hevdem in.

Ez dê destpêkê hemûyan bi bîr binîm.

Amed warê Şêx Seîd e, ez ji wî dest pê bikim, em minetdarî wî ne.

Ez ji Seyîd Riza dest pê bikim, em minetdarî wî ne.

Ez ji Qazî Mihemed dest pê bikim, em minetdarî wî ne.

Ez ji Seîdê Kurdî dest pê bikim, em minetdarî îlma wî ne.

Em ji Ehmedê Xanî û Meleya Cizîrî dest pê bikin, em spasdarî wan in.

Em mineta xwe di warî çandî, siyaset, hebûna civakî de tînnin ziman. Van hemûyan ked daye.

Ew koka me ne û em jî şaxê vê kokê ne. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim.

Zekiye Alkanê li Amedê bedena xwe da ber agir û rojên tarî ronî kirin.

Mazlum Dogan bi sê zilikên kîbrîtê rojên reş û tarî ronî kirin.

Wan mejiyê me hemûyan zelal û ronî kirin. Ez wan tevan bi hurmet bi bîr tînim. Ez careke din dibêjim keda we sax be.” 

“Em bi rêya Serok Apo şiyar bûn”

Di berdewamiya axaftina xwe de Leyla Zanayê bal kişand ser têkoşîn û rê û rêbaza Mele Mistefa Barzanî û got:

“Ez caran caran dibêjim, em bi têkoşîna Mela Mistefa Barzanî bi hesta Kurdbûnê hesiyan.

Lê em bi hişmedî, siyaset û felsefe û rêya Serok Apo şiyar bûn."

“Kurdan Newroz veguherandin cejnekî navneteweyî”

Siyasetmedara Kurd amaje bi wê yekê kir ku li gelek welatên Asyayê, Newroz wekî herêmî tê pîrozkirin lê gelê Kurd Newroz veguherandin cejnekî navneteweyî û got:

“Kurd qewimeke wisa ye ku ti caran timatî nekiriye û tiştên xwe bi hemû kesên re parve kirine.

Heta cejna xwe jî ji rojhilat heta Japonyayê û heta Ewropayê parve kiriye û li wan hemû welatên tê pîrozkirin.”

“Em dê îradeya xwe ji bo xwe bi kar bînin”

Derbarê hilbijartinên 31ê Adarê jî Zanayê got:

“Em dê ne tenê şaredaran hilbijêrin. Partiyên desthiltdar tinazên xwe bi mejiyê me dikin.

Ew dibêjin, ‘Ev 100 salin em Kurdan bi rê ve dibin. Kurd ji me razî ne ku dîsa dengên xwe didin me.’ Li aliyekî AKP, li aliyekî CHP û li aêiyekî jî MHP...

Em jî dibêjin, ji niha û pêve bes e. Ji vir û şûnde em dê îrdaye xwe tenê ji bo xwe bi kar bînin.

Îrade tiştekî wisa ye ku ji mirov pêve kes nikare bi kar bîne.”

“Aştî bereket e”

Zanayê herî dawî behsa “pêvajoya çareseriyê” û got:

“Hûn amade ne ku ev rêye dîsa were vekirin? Aştî, bereket, malavayî û hezkirin e.

Dengê we yê aştîxwaz gihişt kesên ku vê welatî îdare dikin.

Ez hêvî dikim ku piştî hilbijartinê em hemû tevbigerin û rêya aştî û azadiyê vekin.

Tişta ji me bê em amade ne bikin”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst