Ji bo 15 bajaran hişyariyê berf û baranê

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê, ji bo 15 parêzgehan hişyariyê berf û baranê da.

Li gel hatina biharê û pîrozkirina Newrozê li Bakurê Kurdistanê çend roj in zivistaneke dijwar heye.

Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand, îro li parêzgehên Semsûr, Dêrsîm, Amed, Çewlîg, Colemêrg, Bêdlîs, Mûş, Wan, Erzirom, Qers, Sêrt, Şirnex, Riha, Mêrdîn û Xarpêtê berf û baran dibare.

Li hinek herêman bandora şiliyê heta roja înê demjimêrên êvarî berdewam dike.

Li van parêzgehan ji bo egera aşût û qeşayê û bûyerên neyînî hişyarî hat dayîn û ji welatiyan hat xwestin ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Li Bakurê Kurdistanê pileyên germê li gor demsalê asayî ne.