Li Amedê agirê Newrozê geş dibe: Bi sedhezaran kes herikîn Newrozê

21-03-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê şahiya Newrozê di bin tedbîrên ewlehiyê de dest pê kir.

Li bajarê Amedê îro ahengeke mezin a Newrozê, bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" wekî fînala Newroza Bakurê Kurdistanê bi rê ve diçe.

Şahiya Newrozê bi beşdariya sedhezaran kesan li qada Newrozê ya li navçeya Rezanê berdewam dike.

Rûdaw bi tîmeke berfireh û bi weşaneke taybet şahiya Newroza Amedê vediguhêze.

Ji sibê saet 08:30î ve hûr û gir, kal û pîr bi cilûbergên xwe yên neteweyî herikin qada Newrozê.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku di şeş deriyên cuda re xelk tevlî ahengê bûn.

7 hezar û 500 polîs li qada Newrozê hatine erkdarkirin.

Peyamnêrê me da zanîn ku her çend îsal li gorî salên berê rêgiriyên li ber tevlîbûna xelkê di ahenga Newrozê de kêmtirin lê dîsa jî car caran polîs destûrê nade ku xelk bi dîzayneke taybet a cilûbergên Kurdî bikevin qada Newrozê.

Ciwan bi alayên Kurdistanê derbasî qada Newrozê bûn

 

Hinek ciwan bi alayên Kurdistanê û wêneyên rêber û pêşengên Kurd derabasî qada Newrozê bûn.

Ciwanekî diyar kir ku wan ew ala û wêne bi dizî derbasî qada Newrozê kirine û got:

“Em dixwaze li gel alaya Kurdistanê bi serbestî dakevin qada Newrozê. Bila tenê alaya Kurdistanê li qadê hebin ne yên partiyan.”

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana û Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi hev re çûn qada.

Leyla Zana û Tuncer Bakirhan gihiştin qada Newrozê

Ji bilî Leyla Zana û Tuncer Bakirhan gelek parlamenter û berpirsên DEM Partiyê û siyasetnedar û nûnerên partiyên din beşdar bûne.

Herwiha ji perçeyên din ên Kurdistan û cîhanê gelek kesayet û delegasyon beşdarî şahiya Newroza Amedê bûne.

Ji bilî gotarên siyasî biryar e Xezel Mistefa, Faraj Alî Pour,  Mîkaîl Aslan,  Arhat û hunermenda Misirî Emel Mathlouthi derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkeş bikin.

Newrozê bi rêzgirtina ji bo Kemal Kurkut hat dest pê kir

Newroza Amedê bi bibîranîna ciwanê Kurd Kemal Kurkut ku sala 2015an li qada Newrozê hatibû kuştin dest pê kir.

Agirê Newrozê bi coşeke mezin hat pêxistin.

Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Oduncu peyama girtiyên siyasî xwend.

“Em bi tekoşîna Mele Mistefa Barzanî bi hestên Kurdbûnê hesiyan”

Siyasetmedara Kurd a naskirî Leyla Zanayê got, "Em bi têkoşîna Mela Mistefa Barzanî bi hesta Kurdbûnê hesiyan, em bi rêya Serok Apo şiyar bûn."

Siyasetmedara Kurd û parlamentera berê ya HDPyê Leyla Zana piştî bêdengiya 8 salan îsal beşdarî Newroza Amedê bû.

Leyla Zanayê li Naewrozê axivî, wê di peyama xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir û li ser aştiyê sekinî.

Zanayê destpêkê Newroz gelê Kurd pîroz kir û got:

“Amed felsefe, siyaseta, germahiya dilê Mezopotamyayê ye. Ez ji we hemûyan dixwazim hûn aram bibin. Ez Newroza her çar perçeyên Kurdistanê û kesên ji neçarî koçberî welatên din bûne pîroz dikim.”

“Em minetdarên rêber û pêşengên Kurd in”

Zanayê rêber û pêşengên Kurd bi bîr anî û got:

“Hemû qem bikok in, yên ku ev nasname gihandine vê rojê şexsiyetên me yên dîrokî yên hevdem in.

Ez dê destpêkê hemûyan bi bîr binîm.

Amed warê Şêx Seîd e, ez ji wî dest pê bikim, em minetdarî wî ne.

Ez ji Seyîd Riza dest pê bikim, em minetdarî wî ne.

Ez ji Qazî Mihemed dest pê bikim, em minetdarî wî ne.

Ez ji Seîdê Kurdî dest pê bikim, em minetdarî îlma wî ne.

Em ji Ehmedê Xanî û Meleya Cizîrî dest pê bikin, em spasdarî wan in.

Em mineta xwe di warî çandî, siyaset, hebûna civakî de tînnin ziman. Van hemûyan ked daye.

Ew koka me ne û em jî şaxê vê kokê ne. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim.

Zekiye Alkanê li Amedê bedena xwe da ber agir û rojên tarî ronî kirin.

Mazlum Dogan bi sê zilikên kîbrîtê rojên reş û tarî ronî kirin.

Wan mejiyê me hemûyan zelal û ronî kirin. Ez wan tevan bi hurmet bi bîr tînim. Ez careke din dibêjim keda we sax be.” 

“Em bi rêya Serok Apo şiyar bûn”

Di berdewamiya axaftina xwe de Leyla Zanayê bal kişand ser têkoşîn û rê û rêbaza Mele Mistefa Barzanî û got:

“Ez caran caran dibêjim, em bi têkoşîna Mela Mistefa Barzanî bi hesta Kurdbûnê hesiyan.

Lê em bi hişmedî, siyaset û felsefe û rêya Serok Apo şiyar bûn."

“Kurdan Newroz veguherandin cejnekî navneteweyî”

Siyasetmedara Kurd amaje bi wê yekê kir ku li gelek welatên Asyayê, Newroz wekî herêmî tê pîrozkirin lê gelê Kurd Newroz veguherandin cejnekî navneteweyî û got:

“Kurd qewimeke wisa ye ku ti caran timatî nekiriye û tiştên xwe bi hemû kesên re parve kirine.

Heta cejna xwe jî ji rojhilat heta Japonyayê û heta Ewropayê parve kiriye û li wan hemû welatên tê pîrozkirin.”

“Em dê îradeya xwe ji bo xwe bi kar bînin”

Derbarê hilbijartinên 31ê Adarê jî Zanayê got:

“Em dê ne tenê şaredaran hilbijêrin. Partiyên desthiltdar tinazên xwe bi mejiyê me dikin.

Ew dibêjin, ‘Ev 100 salin em Kurdan bi rê ve dibin. Kurd ji me razî ne ku dîsa dengên xwe didin me.’ Li aliyekî AKP, li aliyekî CHP û li aêiyekî jî MHP...

Em jî dibêjin, ji niha û pêve bes e. Ji vir û şûnde em dê îrdaye xwe tenê ji bo xwe bikar bînin.

Îrade tiştekî wisa ye ku ji mirov pêve kes nikare bi kar bîne.”

Em dê qeyûman bişînin Enqereyê

Namzedên DEM Partiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Serra Bucak ragihand ku ew dê 31ê Adarê bersiva qeyûman bidin û wan bişînin Enqereyê.

Di ahenga Newrozê de Namzedên DEM Partiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun û Serra Bucak jî bi hev re derketin ser dikê û ji girseyê re axivîn.

Despêkê Serra Bucakê, Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got:

“Merheba Dayikên Aştiyê hûn bi xêr hatin. Ez Newroza we hemûyan pîroz dikim. Newroza te jî pîroz be, Kemal Kurkut.”

“Bila Newroz bibe wesîleya yekitiya Kurdan”

Serra Bucakê bi bîr xist ku ev 8 sal in ku bajarê Amedê ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin û got:

“Em dê 31ê Adarê qeyûman bişînin Enqereyê. Bila ev Newroz bibe wesîleya yekitiya neteweyî ya Kurdan û aştiyeke mayînde.”

 Piştre jî Dogan Hatun jî bi kurtî axivî û got:

“Merheba gelî Amediyan. Silavê bidin Serhed, Botan, Garzan û Stenbolê.

Îro gelê Kurd li her bajarî rabûne ser piyan û ji bo cîhanê aştiyeke mayînde çêbibe bang dikin.

Bila hemû cîhan bibîhise em azadiyê dixwazin. Bila baş bizanin kes nikare dengê gelê Kurd qut bike.” 

“8 sal in dest danîne ser îradeya me”

Derbarê qeyûma de jî Hatun got:

“Ev 8 sal in ku qeyûman bi awayî dagirkerî dest danîne ser îrade û şaredariyên me.

Em dê 31ê Adarê ewilî xwedî li sindoqan derkevin.

Em dê bersiveke wiha bidin dagirkeran ku êdî careke din qeyûm di mejiyê wan de jî derbas nebe.

Em ji gelê xwe û ji xwe bawer in em dê dîsa bajarên xwe şîn bikin.”

“Çareserî tenê bi desthilatdariyê re dikare bibe”

 

Endamê Komîteya Rêvebir a Navenda Giştî ya DEM Partiyê û parlamenterê berê yê Wanê Tayyip Temel ragihand ku Newroza îsal ji ber nêzîkbûna hilbijartinan xwedî taybetmendiyeke girîng e û got:

Derbarê pêvajoya aştiyê de jî Temel got, “Zehmet e pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê bike.

Hêviya gelê Kurd ew e ku pirsgirêk ne bi şer lê bi rêya diyalog û danûstandinê bên çareserkirin.

Em ligel aştî û çareseriyê ne.”

Bi gotina Temel ti planeke CHPyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîne û got, “CHP bi polîtîkayên rojane nêzîkî pirsgirêka Kurd dibe”

Temel da zanîn zanîn ku ti lihevkirineke wan bi CHPyê re nîne û çareserî tenê bi desthilatdariyê re dikare bibe

Temel herwiha got, “Divê înkar û nasnekirina statuya gelê Kurd bi dawî bibe.

Polîtîkaya danîna qeyûman êdî nameşe û nîşane hene ku vê carê qeyûm li ser şaredariyên me neyên danîn.”

“Navnîşana çareserkirina pirsa Kurd Îmralî ye”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî li qada Newroza Amedê, bû mêvana Rûdawê û behsa mijarên rojevê kir.

Ayşegul Doganê diyar kir li Bakurê Kurdistanê, qada Newrozê ji bo gelê Kurd bûye cihê daxwaza çareserkirina pirsa Kurd.

Doganê amaje bi wê yekê kir ku Kurdan her tim aştî û çareserî xwestiye lê ji bo çareseriyê ti gav nîne û got:

“Ji bo çareserkirina pirsa Kurd ti gotûbêjek nîne û ti nîşane ji bo destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê nîne.

Herwiha ji bo çareserkirina pirsa Kurd bi Îmraliyê re jî danûstandin nîne.

Em jî navnîşaneke çareseriyê ne lê navnîşana çareserkirina pirsa Kurd Îmralî ye.”

Ayşegul Doganê herwiha got:

Kurd li vir li Amedê ji bo aştiyê destê xwe dirêj dike.

Ayşegul Doganê eşkere kir ti danûstandineke wan û desthilatê ji bo çareserkirina Pirsa Kurd nîne û got:

“Bi danûstandinên şexsî û nefermî pirsa Kurd çareser nabe.

Birêz Ocalan adresa çareserkirina Pirsa Kurd e.”

Herwiha Doganê tekez kir ku Kurdan heta niha tiştek bi bexşandinê bi dest nexistiye û got:

“Kurd êdî bûne hêzeke mezin, kes nikare Kurdan bisekinîne.”

Ayşegul Dogan di heman demê de bangî desthilatdariya Tirkiyeyê kir û got:

“Banga me ew ku li şûna operasyonên derveyî sînor bikin, bila dengê gelê Kurd bibihîsin.

“Heta pirsa Kurd li Tirkiyeyê hebe, hejarî li wî welatî bidawî nabe”

Derbarê hilbijartinan de jî Doganê wiha got:

“Di hilbijartinên vê carê de armanca me ya yekem derkirina qeyûman e.

Em dê hemû şaredariyên xwe bistînin”

“Werin em tifaqa Kurdan û Tirkan nûjen bikin”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di ahenga Newrozê ya Amedê de axivî û bang li hikûmet û mixalefeta Tirkiyeyê kir û got, “Werin em tifaqa Kurdan û Tirkan nûjen bikin.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî ahenga Newroza Amedê bû û di ahengê de gotarek pêşkêş kir.

Bakirhan di gotara xwe de çend peyamên girîng dan.

“Kesên şerxwaz deklarasyona Ocalan nas nekir”

Bakirhan di destpêka axaftina xwe de peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a di dema “pêvajoya aştiyê” de li Qada Newrozê ya Amedê hatibû xwendin bi bîr xist û got:

 “Ew deklarasyon, deklarasyona jiyaneke demokratîk, aştiyane û wekhev a 86 milyon hemwelatiyên Tirkiyeyê bû.

Mixabin kesên şerxwaz û dijminatiya Kurdan dikin, ji bo aştî neyê vî welatî ew deklarasyon nas nekir.

Wekî DEM Partiyê em li gel wê deklarasyona aştiyê ya birêz Ocalan in.”

“Hesab dê ji Newroza Amedê vegerin”

Tuncer Bakirhan rexne li hikûmeta AK Partiyê û hevpeymana wê MHPyê jî kir û got:

“Gelê me yê hêja, li Enqereyê dîsa hesabên qirêjî dikin.

Bi tifaqa JÎTEMê, bi tifaqa guran, bi tifaqa dijî Kurdan hesabên qirêj dikin.

Em ji kesên li Enqereyê hesabên qirêjî dikin re dibêjin hesab li qesrê be, terazî jî li Amedê ye, Newroza Amedê ye.

Em dibêjin hesabên xelet nekin, ew hesab dê ji Newroza Amedê vegerin.”

“Amed serî natewîne”

Tuncer Bakirhan anî ziman ku hikûmetî li gel Mehmet Agar û Tansu Çiller û endamên berê yên JÎTEMê hevpeymanî çêkiriye û wiha domand:

“Bi tifaqa JÎTEMê re derketine pêşberî me. Mehmet Agar li Xarpêtê, Tansu Çîller jî li Stenbolê ye û berdevkiya vê tifaqa JÎTEMê dikin.

Yên ku di vê hilbijartinê de bi Mehmet Agar û Tansu Çîllerê wêneyan dikişînin, salên 1990î tînin bîra Kurdan û balê dikişînin ser cînayetên kiryarên wan nediyar.

Gelo dê ciwanên Amedê rê bidin vê tifaqa JÎTEMê?! Dibêjin, qey em dê serî bitewînin.

Lê hûn çi bikin jî ev gel dê serî netewîne.”

“Werin em tifaqa Kurdan û Tirkan nû bikin”

Bakirhan beşeke girîng a gotara xwe jî ji nexşereyê çareseriya pirsgirêka Kurd re veqetand.

Bakirhan di wê çarçoveyê de bangî mixalefet, hikûmetê û aliyên siyasî yên Kurdan kir:

 “Bangawaziya min a yekemîn ji bo îktîdar û dewletê ye. Hûn nikarin bi şer, girtîgeh û bêstatutiyê vî gelî ji rêya wan bikin.

Vaye qad, vaye îradeya gel. Lewma em bang dikin ku li şûna şer, tifaqa Kurd û Tirkan nû bikin.”

Di berdewamiyê jî de Bakirhan got:

“Dîsan em bangî îktîdar û derdorên civakî dikin. Du rê li pêşiya Tirkiyeyê hene, an şer e an jî aştî û demokrasî.

Em bangî derdorên civakî dikin ku ji bo aştî û demokrasiyê têkoşînê mezin bikin.”

“Hûn mecbûr in rastiya Kurdistanê nas bikin”

Bakirhan banga bi dawîkirina înkara zimanê Kurdî jî kir û got:

“Di serî de divê hûn ewil li parlementoyê dev ji gotina ‘zimanê nayê zanîn û teroristanê’ berdin.

Ji zimanê Kurdî ku ev 13 sal in li ser vê xakê dijî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ û ji welatê Kurdan Kurdistanê re jî dibêjin ‘teroristan.’ 

Bilez vê siyasetê biterikînin. Hûn mecbûr in rastiya Kurdan, rastiya Kurdistanê fêm bikin û nas bikin.”

“Divê mixalefet wêrek be”

Bakir ji mixalefeta Tirkiyeyê xwest ku di meseleya Kurd de wêre be û got:

“Ez bangî bindest û maixalefetê dikim, di meseleya Kurd de wêrek bin û rastiyan bibêjin.

Divê helwesta li pey helwesta zextker a desthilatê nekeve û di meseleya Kurd de bêhtir xwedî li azadî û demokrasiyê derkeve.

Werin em li dijî şer bingeheke mezin a aştiyê ava bikin.

Dem dema avakirina yekîtiya neteweyî ye’

Weki dın banga min ji bo Kurdan ji ev e. Ji her bihosteke xaka Kurdistanê re dibêjin ‘teroristan.’

Ji Silêmaniyeyê heta Dihok û Kobaniyê û Urmiyê, li her aliyên Kurdistanê topan dibarînin.

Anku dijminên her çar parçeyên Kurdistanê ne.

Lewma bangî hemû aliyên siyasî yên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê dikim, ma eger îro ne roja yekitiya neteweyî be dê kengî dema wê be?

Eger em yekitiya xwe ava bikin, em dê bikarin peşiya operasyon û şerê li dijî Kurdan bigirin.

Divê Kurd yekitiya xwe ava bikin û astengiyên li pêşiya wê jê êdî rakin.

‘Em mecbûr in di zemîneke şoreşger de kar bikin’

Ez herî dawî jî bangî derdorên şoreşger, çepgir, sosyalîst û demokrat ên Tirkiyeyê dikim, em mecbûr in berxwedana hevpar a mezin ava bikin.

Nîviyê xelkê Tirkiyeyê di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de dijî. Nîvî jî nikare ziman û baweriya xwe bijî.

Ji bo daxwazên van tevan bên qebûlkirin, divê derdorên çep û demokratîk li ser zemîneke şoreşger bi hevre kar bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst