CIZÎR – Li Newrozê 3 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di şahiya Newrozê de 3 kes hatin desteserkirin.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) doh li navçeya Cizirê ya Şirnexê şahiya Newrozê li dar xist.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî beşdar bû.

Li gorî agahiyan, piştî bidawîbûna şahiyê polîsan bi hinceta ku “kevir avêtine wan” 3 kes desteser kirine.