Li Cizîrê lehî rabû: 60 otomobîl û xaniyan zerer dît
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji ber barana zêde li cadeyên serekî yên bajêr lehî rabû û gelek otomobîl asê man.
Îşev ji ber barana zêde li navçeya Cizîrê ya Şirnexê lehî rabû.
Li gorî zanyariyan danê êvarê baraneke gur dest pê kiriye û di demeke kurt de kolanên serekî yên bajêr tijî av bûne û lehî rabûye.
Gelek şofêr û rêwiyên di otomobîlan de asê mane.
Herwiha gelek dukan û xanî jî di bin avê de mane û welatiyên di malên xwe de asê mane jî ji aliyê hêzên parastina sivîlan ve hatine rizgarkirin.
Tîmên şaredariyê jî dest bi paqijkirna cade û kolanan kirine.
Li gorî zanyariyan li taxên Cûdî, Sûr, Nûr, Cafer Sadiq û Vatanê nêzîkî 60 otomobîl û xaniyan jî ji ber lehiyê zerer dîtine.