Serokê PWKyê Ozçelîk: Bila ev Newroz bibe destpêka avakirina tifaqa neteweyî

21-03-2024
RÛDAW
Nîşan Newroz PWK Mustafa Ozçelîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got, “Bila ev Newroz bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî û avakirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê.”

PWKyê li Stenbolê şahiya Newrozê li dar xist.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, di şahiyê de axivî.

Mustafa Ozeçelîk diyar kir ku meha Adarê ji bo Kurdan tejî bûyerên xweş û nexweş in.

Ev axaftina Mustafa Ozçelîk e:

“Bila ev Newroz bibe destpêka fêrbûna zimanê kurdî û avakirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê

Meha adarê kurte çîroka jiyan û dîroka Kurd û kurdistanê ye.

Adar mirin e, kul e, şîn e, komkujî ye û Helebce ye.

Adar jiyan e, şahî ye, bihar e, cejn e.

Adar serîhildan e, berxwedan e, vejîn e, têkoşîn e.

Adar bi wî barê xwe yê têr û tije, di tu rûpelan de hilnayê.

Her rojeke wê, her saeteke wê, neynikeke dîrokê ye li ber çavan.

Tu miletan wekî miletê Kurd dilê xwe, bi vî şiklî,  di dilê adarê de nehelandiye.

Adar Kurd e, Kurdistan e.

Kurdistana min jî wekî adarê, her bihusteka axa wê, her çiya, her gelî, her newal , her av û rûbar û çemên wê, bi hêsir û xwîn û xuhdana ji dilan diherike hatiye hûnandin.

Û di rojeke adarê de agirek pêdikeve li çiyayên bilind.

Şêx Seîdê Kal, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistafa Barzaniyê Nemir li gel Kawayê Hesinkar li Helebceya şehîd, bi 5000 hezar stêrkên xuricî re, li dora wî agirî dîlanê digerînin.

‘Newroz cejna miletbûyîna Kurdan e

Hemû şehîdên Kurdistanê, êş û xem û kulên me kom dikin û diavêjin nav wî agirî.

Ew agir li her çar aliyê Kurdistanê ji bo azadiyê bilind dibe.

Ew agir agirê Newrozê ye. Newroz sala nû ya Kurdan e.

Newroz ji nû ve vejîn e, sembol û nîşan û cejna miletbûyîna Kurdan e.

Newroza hemû malbatên şehîdan û ya hemû têkoşer û xebatkarên azadiya Kurdistanê û ya gelê me pîroz dikim.

‘Em heqê Newrozê nadinê’

Belê, Newroz roja serîhildanê, roja bilindkirina alaya azadiyê, roja têkoşînê, roja geşkirina yekitî û tifaqa neteweyî ye.

Lê mixabin di vê Newrozê de jî bi bêtifaqî û bi belavelabûna xwe ve, em dîsa heqê Newrozê nadinê.

Bêtifaqî, li Bakurê Kurdistanê meydanê ji siyaseta dewletê ya bi kuştin, neheqî û wêrankirinê hatiye hûnandin û ji siyaseta xelet a li ser navê Kurdan tê meşandin re rê xweştir dike.

Bêtifaqî, sedemeke esasî ye ku li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên gelê me dixe xeteriyê, rê li ber yekkirin, pêşxistin, parastin û xurtkirina dezgehên dewletbûnê digire.

‘Bêtifaqî li Rojavayê Kurdistanê rêya statubûyînê zehmettir dike’

Bêtifaqî sedemeke esasî ye ku li Rojavayê Kurdistanê rêya statubûyînê, rêya azadiyê zehmettir dike, dixe xeteriyê.

Bêtifaqî li Rojhilatê Kurdistanê dikare bibe sebeba wan firsendên ku bê ber deriyê gelê me, ji dest biçin.

Dewleta Tirkiyeyê ji vê siyaseta şerî, ji siyaseta kuştin û wêrankirin û tunehesibandina miletê Kurd têr nabe.

Lê ji şikestxwarina vê siyasetê jî têr nabe.

Ma eve 100 sal e her ne eynî tişt e? Ma qey ne bes e?

Ma ev dewleta,  ji tecrûbeyên xwe hîç dersan dernaxe gelo?

‘Divê Dewleta Tirkiyeyê fêhm bike ku gelê Kurdistanê bi kuştin ji holê ranebe’

Êdî bes e. Divê Dewleta Tirkiyeyê êdî fêhm bike ku, miletê Kurd, gelê Kurdistanê bi kuştin û jenosîdan ji holê ranebûye, dê ji holê ranebe jî.

Doza azadiya Kurdistanê dozeke siyasî û neteweyî ye, rewa ye û bêşik, dê Kurdistan azad bibe.

Ji ber vê yekê jî, em careke din bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin:

Muxatabên Tirkiyeyê

Dest ji vê siyaseta şîdetê û şerî berdin. Mixatabê Dewleta Tirkiyeyê partiyên Kurdan e, temsîlkarên miletê Kurd yên siyasî û dezgehên sivîl ên Bakurê Kurdistanê ne, xelqê Kurdistanê ye.

Werin em bi diyalog û danûstendinan, rêya çareseriya siyasî bi hevdu re bihûnin.

Û em careke din bangî PKKyê jî dikin:

Ev şerê ku tê meşandin, li Bakurê Kurdistanê zerarê dide gelê me, dide welatê me.

Şertên Bakurê Kurdistanê û yê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne yek in.

Li Başûr û Rojava, gelê me xwe diparêze, şer neke dê tûşî jenosîdan bibe.

Lê li gorî rewş û rastiya Bakurê Kurdistanê şertên xebata siyasî û sivîl heye.

‘Çalakiyên çekdarî rê ji siyaseta kuştin re xweştir dike’

Ev çalakiyên çekdarî rê ji siyaseta Dewleta Tirkiyeyê ya kuştin û wêrankirinê re xweştir rdike, rê ji êrişên li ser Başûrê Kurdistanê xweştir dike.

Em dibêjin, ne siyaseta 100 salî ya Dewleta Tirkiyeyê ya bi navê ‘yek dewlet, yek milet, yek welat, yek ala’yê  tê maşandin û ne jî siyaseta ku bi navê ‘cimhûriyeta demokratîk, netewa demokratîk, welatê hevbeş’ tê meşandin, ne çareserî ye.

‘Çareserî di azadiya Kurdistanê de ye’

Çareserî di qebûlkirina mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd de ye, di siyaseteke neteweyî, niştimanî de ye, di azadiya Kurdistanê de ye.

Belê, emê ti carî serê xwe li ber dagirkeran netewînin. Bêguman Kurdistan dê rizgar û azad bibe.

Zarokên me, neviyên me dê welatê xwe, bi xwe îdare bikin. Ti şikeke me ji vê tune.

Roj dê bê, esker, polis, qeymeqam, walî, hemû memûr û dezgehên Dewleta Tirkiyeyê  dê ji welatê me vekişin, herin.

Û her em dê li welatê xwe li rûyê hevdu binerin.Ti miletekî din, ti dîn û mezhebên din dê neyên.

Her em bi xwe û xwe bin. Dê zarok û neviyên me li gel hev bijîn. Hinekê desthilat bin, hinekê mixalefet…

‘Divê em dijminatiya hev nekin’

Ji ber wê jî divê em hevdu neêşînin, em dijminatiya hev nekin, em hevdu qebûl bikin, em rêzê li hev bigrin…

Helbete ku em dê ji bo berjewendiyên şexsî û grûbî, nekevin bin siya ti siyasetên şaş.

Em dê bi bîr û baweriyên xwe, bi şexsiyeta xwe ya siyasî xebatên xwe bimeşînin.

Em dê bi fikir û siyaset û helwestên xwe û cudabûna xwe nîşan bidin.

‘Em Newroza îsal bikin destpêka fêrbûna zimanê Kurdî’

Em dibêjin werin em Newroza îsal bikin destpêka fêrbûna zimanê Kurdî.

Ziman, hebûn û  heykelê miletekê ye. Lê mixabin, îro li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê zimanê me di nav metirsiyeke mezin de ye.

Dewleta Tirkiyeyê ev 100 sal in ku bi asîmîlasyon û înkar û imhayê dixwaze miletê Kurd û zimanê Kurdî ji holê rake.

Lê helbet ku di vê siyaseta xwe de biserneketî ye. Miletê Kurd û zimanê wî her li berxwe daye û heta îro jî li ser piya maye.

Lê eşkere ye ku vê siyaseta asîmîlasyon û înkarê zerareke mezin gîhandiye zimanê Kurdî.

Îro sîstema perwerdeya dewleta Tirkiyeyê, telewîzyon û sosyal medyaya bi zimanê Tirkî, bûne wekî agirekî ku bi daristanekê ketibe, daristana axaftin û fêrbûna zimanê Kurdî dişewitînin.

Werin em vêya berovajî bikin. Em van dezgehan hemûyan ji bo ferbûna zimanê Kurdî bi kar bînin.

Em ji aliyekî ve ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê têbikoşin, ji aliyekî ve jî em zarokên xwe di dersa bijarte ya Kurdî de qeyd bikin.

Divê em hemû platformên sosyal medyayê ji bo fêrbûna zimanê Kurdî bikar bînin.

‘Jenosîdeke mezin li ser zimanê Kurdî tê meşandin’

Belê, jenosîdeke mezin li ser zimanê Kurdî tê meşandin.

Li himberî vê jenosîda ku li ser Kurdî tê meşandin, beriya her tiştî, divê em li mala xwe bi Kurdî biaxivin, divê zarokên me Kurdî fêr bibin.

Werin em li mala xwe, li bazarê, li kolanan, li cîhên karên xwe, bi zimanê xwe bipêvin, em weha bikin ku li Kurdistanê, li daîreyên dewletê memûr bi welatiyan re bi Kurdî biaxivin!

Werin bila Newroza îsal bibe destpêka fêrbûna Kurdî.

Fêrbûn û axaftina bi Kurdî îro şoreşek e

Nebêjin qey ev tiştekî biçûk e. Fêrbûn û axaftina bi Kurdî îro şoreşek e, vejînek e, xurt kirina heykelê miletê kurd e.

Werin, heta Newroza 2025an ên ku bi Kurdî nizanin bila Kurdî fêr bibin ên bi xwendin û nivîsandina bi  Kurdî nizanibin bila xwendin û nivîsandina bi Kurdî fêr bibin.

Îro ji her demê zêdetir qedera her çar perçeyên Kurdistanê bi hevdu ve hatiye girêdan.

Em bi minasebeta Newrozê careke din dibêjin, her destkeftineke li her perçeyekî Kurdistanê em wekî destkeftineke xwe dibînin.

Xwedîlêderketin û parastina her destkeftinên neteweyî, niştimanî yên li her perçeyekî Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî û dîrokî ye.

‘Divê em rê ji dagirkeran re xweş nekin’

Divê em rê ji dagirkeran re xweş nekin ku bi dagirkerî, bi êrîşan, bi operasyonên leşkerî û kuştinan, destkeftiyên gelê me bixin xeteriyê, lawaz bikin.

Divê em di qada navneteweyî de siyaseteke weha bimeşînin da ku dijminên xwe kêm, dostên xwe zêde bikin.

Li Başûrê Kurdistanê berpirsiyariyeke dîrokî li ser milên hemû partiyên siyasî ye.

Parastin û serkeftina Başûrê Kurdistanê destpêka azadiya her çar perçeyên Kurdistanê ye, hêviya 60 mîlyon Kurdên cîhanê ye.

Divê hemû partiyên siyasî û xwişk û birayên me yên Başûrê Kurdistanê, dest bidin hevdu û bi yekdengî li himberî Bexdayê, li himberî dewletên dagirker, li himberî dewletên mezin, yekgirtin û yek helwestiya xwe avabikin.

‘Divê Hêzên Pêşmerge bibin yek’

Divê rojek zûtir hêzên pêşmerge û hemû dezgeh û hêzên dewletbûyînê bibin yek.

Divê desthilatdariya parlamento, hikûmet û hêzên pêşmerge yên Herêma Federel a Kurdistanê ji aliyê hemû aliyan ve bê qebûlkirin. 

Li Rojavayê Kurdistanê kilîda bidestxistina statuyê û destpêka wekî miletekî û wekî welatekî qebûlbûna di asta navnetewî de, yekgirtin û tifaqa navxweyî ye.

Divê hemû  partiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê, îdareyeke hevbeş ya eskerî, siyasî, aborî, dîplomasî damezrînin û bi hevdu re li ser bernameyeke Kurdistanî bibin mixatabê rejîma Esed û dewletên cîhanê jî.

Xwişk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê divê tifaqa xwe ya netewî ava bikin.

Divê hêza xwe bikin yek û li dijî rejîma Îranê , li gel piştgiriya navnetewî, doza azadiya Kurdistanê geş bikin.

Sloganeke partiya me heye û tam jî li gorî naveroka Newrozê ye.

Em dîbêjin yên dikarin di nav partiyê de bibin yek, bila bibin yek, yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin, yên nikaribin hevkariyan bikin bila di nava xwe de diyalogan bihûnin, yên nikaribin diyalogan jî deynin bila dijminatiya hevdu nekin.

Belê, em dibêjin bila ev slogan ji hemû Kurd û Kurdistaniyan re bibe rêbazeke hevbeş.

Wer in li Bakurê Kurdistanê em Newroza 2024an bikin destpêka bi hev re xebat, hevkarî û tifaqên  li ser hişmendî û prensîbên neteweyî, niştimanî.

Bi avakirina tifaq û hevkariyên  neteweyî, em dê bikaribin li himberî siyaseta tunehasibandin û siyaseta şerî ya Dewleta Tirkiyeyê gelê xwe birêxistin bikin û temsîla gelê xwe bikin.

‘Bi avakirina tifaq em dê temsîla miletê kurd avabikin’

Bi avakirina tifaq û hevkariyên  neteweyî, emê bikaribin li himberî siyaseta ku li ser navê Kurdan bi fikir û siyasetên şaş, potansiyela Kurdan bêxwedî û bê helwest dihêle jî rawestin û li ked û bedelên gelê xwe xwedî derkevin, temsîla miletê kurd avabikin.

Herwiha ez dibêjim bila Newroza îsal,  bibe destpêka avakirina komeleyên Kurdên bajarên metropolên Tirkiyeyê.

Werin, karê me, meslekê me, dînê me, mezhebê me, fikrên me, tercîhên me yên siyasî çi dibin bila bibin, em li Kurdbûna xwe, li zimanê xwe, li kultura xwe û li hevdu xwedî  derkevin, em ji Stenbolê dest pê bikin, em Komeleya Kurdên Stenbolê ava bikin.

Li kû derê dibe bila bibe, em Kurd û Kurdistanî li hev xwedî derkevin.

Bi van bîr û bawerî û hestan û bi hêviya azadiya Kurdistanê, ez dibêjim:

Bijî Kurd û Kurdistan! Bijî Newroz.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst