Li Amedê piştî şahiya Newrozê 166 kes hatin desteserkirin

21-03-2024
RÛDAW
Nîşan Newroz Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê piştî şahiya Newrozê 166 kes hatin desteserkirin.

Li bajarê Amedê îro ahengeke mezin a Newrozê, bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" wekî fînala Newroza Bakurê Kurdistanê bi rê ve çû.

Piştî bidawîbûna şahiyê bi hinceta “dirûşme û cilûbergên PKKyê” 166 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê ew kesên hatine desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê.

Di şahiya îro ya Newroza Amedê de 7 hezar û 500 polîs amade bûn.

Herwiha ji asmanî û bejayî ve tedbîrên ewlehiyê hatibûn girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst