RIHA - Kur bavê xwe da ber kêran û ew kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê kesekî bavê xwe da ber kêran û ew kuşt.

Li gorî agahiyan, doh li Sirûcê H.O. (64) û kurê wî Î.H.O. (31) ji ber mijara mîratê ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû, kur bavê xwe da ber kêran û reviya.

Tîmên tenduristiyê H.O. veguhast nexweşxaneyê lê ew ji mirinê nefilitî.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo girtina Î.H.O. xebatên xwe didomînin.