Cenazeyên şervanên HSDê yên di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest dabûn şandin Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyên 9 şervanên HSDê yên ku li Duhokê di ketina helîkopteran de jiyana xwe ji dest dabûn şandin Rojavayê Kurdistan. Ji bo endamên HSDê dê sibê li Hesekê merasîmek bê lidarxistin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de ragihand ku cenazeyên 9 şervanên Yekîneyên Antîterorê (YAT) ên ku di ketina helîkopteran de jiyana xwe ji dest dabûn îro gihaştine Hesekê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dê sibê (22’ê Adarê) demjimêr di 11.00’an de merasîma cenazeyê bê lidarxistin.

Di 15ê Adarê de li herêma çiyayî ya gundê Biryat a girêdayî navçeya Çemankê ya navçeya Amedî ya Dihokê 2 helîkopterên ku endamên HSDê tê de bûn ketibûn xwarê.

Hêzên ewlekariyê yên ku çûn herêmê, di serî de cenazeyên 7 kesan ku 3 jê jin bûn, dîtin. Piştre 2 cenazeyên din ên endamên HSDê hatin dîtin û şandin Saziya Tipa Edlî.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandin ku 2 helîkopterên ku di nav de endamên Yekîneyên Antî Teror (YAT) jî hene ku ji bo perwerdeyê ji Rojavayê Kurdistanê çûbûn Silêmaniyê, ji ber şert û mercên hewayê ketine xwarê.

HSDê destnîşan kir ku di her du helîkopteran de 9 şervanên bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antî Teror Şervan Kobanê canê xwe ji dest dane.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi helîkopterekê ketî xwarê kir û got helîkopter "bi eslê xwe ji aliyê komeke di nava YNKÊ de hatine kirîn, lê em nizanin çawa gihiştine destê HSDê. Em nizanin ji bo çi ew li wir bûn û ji ber çi ketine xwarê, hinek nezelalî hene, lewma pêwîstiya vê yekê bi lêkolînîn zêdetir heye. Lêkolîn hatine destpêkirin da ku were zanîn ew helîkopter çi ne û çima li wir bûne.”

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê jî ragihand, ew helîkopter bêyî agahiya rayedarên fermî yên Herêma Kurdistanê firiyane.