Ahmet Turk: Mafê ti Kurdekî nîne dengê xwe bide vê desthilatdariyê

21-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk di Newroza Amedê de axivî û got: “Îro yên ku piştevaniya didin vê desthilatdariya dijminatiya gelê Kurd, bi wê yekê dijminatiya gelê Kurd dikin. Ez dixwazim vê eşkere bikim; Mafê tu Kurdekî tune ku deng xwe piştgiriyê bide vê desthilatdariyê.

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê îro 21ê Adarê ahengeke mezin a Newrozê, bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” û weke fînala Newroza Bakurê Kurdistanê tê sazkirin.

Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê û tê de gotarek pêşkeş kir û got: “Newroz ji bo gelê Kurd rojek gelek bi rûmet e.”

Ahmet Turk dibêje: “Em dizanin îro dilê me xem e. Li Mereşê erdhej çêbû. Em dibêjin di erdhejê de kesên ku jiyana xwe ji dest dane em rihma xwedê dixwazin. Serê malbatên me sax be. Kawayê Hesinkar li çiyayên Zagrosê agirê Newrozê pêxist. Ji wê rojê heta îro Kawayê Hemdemîn û hevrêyên xwe agirê Newrozê gur kirin. Îro em di demek guherandinê de di demek girîng de ne.”

Turk amaje bi wê yekê kir ku  girîngiya hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyê kir  û got: “Em di heyamek guherînê û veguherînê de ne. Em ê li dijî faşîzmê berxwedana gelan mezin bikin. Ji bo em di hilbijartina pêşiya me de vê faşîzmê hilweşînin û Komara Demokratîk pêk bînin, em dê bi hev re têkoşînek biryardar bikin. Armanca me ew e ku li dijî zextên li ser gelê Kurd berxwedan bê kirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Turk got: “Heger hûn li hemberî vê desthilatdariya ku dijminatiya gelê Kurd dike bêdeng bimînin û yên ku piştgiriyê didin dijminatiya gelê Kurd dikin. Ev bêehlaqiyek mezin e. Ez dixwazim vê eşkere bibêjim. Mafê tu Kurdekî tune ku deng xwe û piştgirî bide vê desthilatdariyê. Belê, ji bo avakirina cîhanek nû, pergalek nû serdemek geş li pêşiya me ye. Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e. Em neçarin ku têkoşîna vê yekê bikin.”

Siyasetmedarê Kurd herwiha tekez kir ku divê dawî li girtiyên siyasî were anîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst