Li Efrînê ji bo rêzgirtina li şehîdên Newrozê şîn hat ragihandin

21-03-2023
Hisên Omer
Li Cindirêsê 4 Kurdên ku agirê Newrozê pêxistin hatin kuştin
Li Cindirêsê 4 Kurdên ku agirê Newrozê pêxistin hatin kuştin
Nîşan Cindirês Newroz Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo derbirîna nerazîbûnê û protestokirina kuştin û birîndarkirina 4 welatiyên kurd li ser destê çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê, reşgirêdana giştî li Efrînê hatiye ragihandin.

Cenazeyê 4 Kurdên ku li Cindirê agirê Newrozê pêxistin hatin kuştin, hatin veşartin û i Efrînê dijî kuştina wan welatiyan xwepêşandan hat kirin.

Bi hezaran xelkê tevahiya herêmê berê xwe dane Cindirêsê û li wir xwepêşandanê dikin. Termên qurbaniyan jî gihîştine Cindirêsê da ku bi xakê bên spartin.

Erebên Rojhilatê Feratê ne, wekî Reqa û Dêra zorê, ev milet her rêgirbûn ji bo Newrozê, her bi keviran êrîşê xelkê dikirn, ev heşmendî heta niha berdewam e .

Şeva Newrozê, dema ku welatiyên Kurd agirê Newrozê li pêş deriyê mala xwe ya di erdhejê de wêran bibû dada bûn, çekdarên grûpa Ehrar el Şerqiyê ku beşeke ji artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê ew gulebaran kiribûn, her yek ji  Ferhedîn Osman 43 salî, Mihemed Osman 42 salî, Nezmî Osman 38 salî, Mihemed Ferhedîn Osman 18 salî,jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li Bajarokê Atmê, Ebû Mihemed el-Colanî, fermandarê Heyeta Tehrîr el-Şam e, ligel kesûkarên qurbaniyan diaxive û dibêje: “Ji îro pê ve, kesê ku nêzîkî Kurdan bibe, dest dirêjî mêr, jin, û zarokên wan bike, em qebûl nakin. Em grûpan naxwaz in, bi taybet Şerqiyê. Em grûpan naxwazin, em ji wan ditirsin. Hûn dê bi rûmet û serfiraz vegerin malên xwe. Hûn di jêr parastina min de ne. Em ji heta biçûkên wan ditirsin.”

Ji bo derbirîna nerazîbûnê û protestokirina kuştina û birîndarkirina welatiyên kurd li ser destê çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê, reşgirêdana giştî li Efrînê hatiye ragihandin û xelkê tevahiya herêmê di li Cindirêsê bicivin û xwepêşandanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst