Mîthat Sancar: Em dê tekez vê pergalê biguherînin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di pîrozbahiya Newroza Amedê de got “Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqên ku me bi partiyên Kurdistanî re çêkir, tifaqên ku me bi bindestan û keda wan tên xwarin tevahiya welat re çêkir, têkoşîna ku me di pêşengiya jin û ciwanan de da meşandin, bêguman wê bi ser bikeve.”

Li Amedê deriyê qada Newrozê saet 9:30 hatin vekirin xelkê bajar pêl bi pêl diherike Parka Newrozê û ji Cadeya Newrozê û Taxa Bagcilarê ve ji 4 baskan ve piştî pişkînîna polîsan dikevin qada Newrozê.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Serokê Giştî yê PÎAyê Mehmet Kamaç û gelek parlamenterên HDPê beşdar dibin.

Mîthat Sancar li vir axivî û diyar kir ku wan ev Newroz di bin siya karesata erdheja mezin de pêşwazî kirine û got, “Xemgîniyeke me ya mezin heye, lê hêrsa me jî heye. Em ê vê hêrsê veguherînin têkoşînê û têkoşînê bikin îradeya avakirina jiyaneke nû.”

Sancar di axavtina xwe de wiha got:

“Sedema ku ev erdheja mezin veguhere karesata mezin jî desthilata AKP-MHP’ê ye. Vê desthilatê bi polîtîkayên xwe yên talanê, bi aboriya rantê, bi pêşkeşkirina çavkaniyan a bo alîgirên xwe, ev welat ber bi hilweşînê ve bir. Ya ku erdhej veguherandî karesatê jî ev e. Ev desthilat, desthilata karesatan e. Divê em bi eşkereyî navê vê desthilat lê bikin. Navê vê desthilatê, desthilata wêranî, xwîn, talan û karesatê ye. Êdî dem hatiye ku em ji vê desthilatê xelas bibin. Ev Newroz, vî deng û îradeya li van qadan bi awayekî herî xurt nîşan dide. Belê, em dê vê desthilata karesatê tekez têk bibin. 

Ev desthilat, çavkaniyên vî welatî ji bo rantê, kedxwarî û şer xerc dike. Vaye sedema wêranî û karesatan jî ev ferasete ye. Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jî jiyanê diparêzin. Bi milyonan kesan di sala 2023an de li van qadan peyama aştî û çareseriya demokratîk bihîst. Vaye ew peyam, di heman demê de bi agirê Newrozê, meşa me ya ber bi aştiya mezin ve vedigot. Belê, Newroz jiyana nû ye, hişyarbûna jiyana nû ye. Newroz; berxwedan e, vejîn e, aştî ye. Vaye em soza vê didin. Em ê jiyana nû ava bikin û aştiya mezin ava bikin. 

Polîtîkayên şer, di heman demê de bi xwe re sepaneke din jî anî. Polîtîkayên şer û tecrîd di nava hev de pêş dikevin. Di sala 2015’an de bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê re, desthilatê şer xist navenda vî welatî û tecrîda li Îmraliyê xist meriyetê. Divê em vê baş bibînin. Polîtîkayên şer û tecrîd tên heman wateyê. Tecrîd, sembola kûrkirina polîtîkayên şer e. Lewma em dibêjin; divê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê tecrîd bi dawî bibe. Divê tecrîda li Îmraliyê teqez bê rakirin. Em tevek ji bo aştî û çareseriya demokratîk îradeya xwe nîşan didin.

Em ji Newrozê re dibêjin merheba, ji polîtîkayên şer re dibêjin na. Em ji kedxwariyê re, ji talanê re dibêjin na. Em dixwazin welatekî nû, jiyaneke nû ava bikin. Lewma em ji Newrozê re dibêjin merheba, ji îktîdara AKP-MHP’ê re dibêjin elweda. Em ê wan bi hev re têk bibin. 

Em ê bi berxwedan û sekneka xurt a gelên me yên li vê qadê, bi meşa wan û bi tifaqa nû re jiyaneke nû ava bikin. Tifaqa Ked û Azadiyê, tifaqa ku me bi partiyên kurd re çêkiriye, tifaqa ku me bi hemû derdorên rastî kedxwariyê tên ava kirî, têkoşîna me bi pêşengtiya jin û ciwanan daye destpêkirin teqez dê bi ser keve. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em ê vê îktîdarê têk bibin û vê pergalê teqez biguherînin. 

Belê gelek nema ye. Di 14’ê gulanê de em ê bi saya van tifaqên xurt re encamên baş bi dest bixin. Em ê vê desthilata şer û kedxwariyê li ser sindoqan têk bibin. Em ê hêz û temînata guherîn, veguherîn, aştî û azadiyê ji vir biafirînin. Temînata veguherîna demokratîk û aştiya vî welatî em in. Hûn in. Sekn û meşa we ya bi israr e. Em ê tekez bi ser kevin. 

Rêya ku em tê de dimeşin, Rêya Sêyemîn e. Rêya jiyana nû, Rêya Sêyemîn e. Ev rê ber bi komara demokratîk ve diçe. Em ê komara demokratîk bi hev re ava bikin. Ew dem jî nêz in. Êşa me gelek mezin e lê hêviya me hêj mezintir e. Lê biryardariya me jî pir xurt e. Lewma em her carê dibêjin ku em ê teqez bi ser kevin.”