Li Qamişloyê Newroz bi coşî hat pîrozkirin

21-03-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Qamişloyê Newrozê bi coşî hat pîrozkirin
Li Qamişloyê Newrozê bi coşî hat pîrozkirin
Nîşan Newroz Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi coş û dilxweşî, di keşûhewayekî hênik û xweş de, xelkên Qamişlo û gundewarê wê beşdariyê di Cejna Newrozê de kirin.

Bi karwanên dûdirêj berê xwe dane gundê Elî Fero li rojavayê wî bajarî, li nêzîka bajarokê Amûdê.

Li nav ciwaniya siruştê rengên al û cilûbergên Kurdî û şahiya xelkê, ciwaniyeke bêhtir didine rewşê.

Ji hemû qad û çînên civakê di vê Newrozê de beşdar bûne.

Sekreterê Partiya Wekhevî li Sûriyê Nîimet Dawûd got “Miletê Kurd di tarîxa xwe de şahiyên wî û kul û derdên wî tevlîhev dibin. Newroza me ya îsal jî bi qasî şahiya miletê Kurd e, bi qasî wê karesata hatiye serê miletê me jî tevlîhev dibin.Cejna Newrozê li hemû miletê Kurd pîroz dikim.”

Komên hunerî jî, xwedî hebûneke nayab û ciyawaz bûn di vê helkeftê de.

Endamê Koma Xelat Behroz Mela Ehmed dibêje “Îro roja Newrozê ye, alem hemû bi kêfxweş in, wek sersala Kurdî kêfa xwe derdixin, bi derketina wan a çolê bi kêş û şahî û dîlanê. Em jî weke koma Xelat alîkariya alemê dikin di vê kêfê de ku ev roja xwe bi kêf û xweşiyê derbas bikin.”

Beşdarbûna jin û keçên kurd jî xweşiya Newrozê bêhtir kiriye.

Beşdarbûyeke di Newroza Qamişlo de anî ziman “Newroza we pîroz be. Îro me derketine Newrozê.”

Li gorî zanyariyên taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, derdora 350 hezar heta 400 hezar kesî, beşdarî di Newroza Elî Fero de kir, bêyî ku ti kêşe û pirsgirêk derkevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst