Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê li ser daxwaza HDPê dicive

21-03-2023
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Destûra Tirkiyê Doza Girtina HDPê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) roja Çarşemê 22ê Adara 2023an li ser daxwaza paşxistina parastina devkî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bo piştî hilbijartinan dicive û biryara xwe ya li ser vê daxwazê yekalî dike.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, roja 14ê Adara 2023an di çarçoveya doza girtinê de roja 14ê Adara 2023an bo parastina devkî ya HDPê destnîşan kiribû, lê HPDê ji ber erdhejên 6ê Sibatê ji dadgehê daxwaz kiribû ku parastina wan a devkî  3 mehan wate bo piştî hilbijartinan paş bixe. 

Dadgeha navborî ev daxwaza HDPê red kiribû û parastina devkî ya HDPê bo mehekê paşxistibû. Li gor vê biryar e HDP parastina xwe ya devkî ya doza girtinê di 11ê Nîsana 2023an de bike. HDPê dûbare daxwaz paşxistina parastinê ji Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê kiribû.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûna Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê roja Çareşemê 22ê Adara 2023an li ser vê daxwaza HDPê bicive û biryara xwe eşkere bike.

Bi hinceta “peywendiyên ligel PKK” derbarê HDPê de doza girtinê hatiye tomarkirin û dosyeya girtina wê li dadgehên Tirkiyê yekalînebûye û metirisiya girtinê li ser wê ye.

Eger vê carê jî daxwaza HDPê bê red kirin, berdevkên HDPê dê di 11ê Nîsanê de parastinê bikin. Piştî ku berdevkên HDPê parastina xwe kirin, dê li gor dozên girtinê yên  partiyên berî  niha, raporekê amade bike û amadekirina wê raporê jî bo 2 mehan vedikêşe.

Ev jî tê wê wateyê ku biryara doza girtina HDPê piştî  hilbijartinên 14ê Gulanê yekalî dibe. Di demekê de ku ji dû mehan kêmtir bo hilbijartinên 14ê Gulanê maye,  lê HDPê di  egera girtina partiyê  de biryar daye ku bi Partiya Çep a Keskan beşdarî wan hilbijartinan bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst