Serokatiya Herêma Kurdistanê komkujiya 4 Kurdan bi tundî şermezar kir

21-03-2023
RÛDAW
Nîşan Serokatiya Herêma Kurdistanê Cindirês
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî komkujiya 4 welatiyên Kurd li bajarokê Cindirêsê yali herêma Efrînê şermezar kir bang kir ku pêşî li dubarebûna van tawanan bê girtin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehad derbarê şehîdkirina 4 welatiyên Kurd ên li Cindirêsê de daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî wê tawankariyê şermezar dike ku êvara roja Duşemê 20.03.2023an de bajarê Cindirêsê li Sûriyê dema pêxistina agirê Newrozê de li hember çend welatiyên Kurd pêk hat û çar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Herwiha Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê dibêje “Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwazin û hevsoz û hevxemên wan in.”

Dilşad Şehab got jî “Em daxwazê ji aliyên berpirs ên wê navçeyên dikin ku tawankaran bigihînin sizaya yasayî.”

Li gorî agahiyên ku li bajarokê Cndrêsê yê Efrînê hatine dayîn, êvara duşemê 20-03-2023 koma Çeyş El-Şerqiyê ya opozîsyona Sûriyê di dema dadanê agirê Newrozê de gule li welatiyên Kurd reşand.

Di gulebarana Ceyş Elşerqiye de 4 endamên yek malbatê (Ferhadîn Osman (43), Mihemed Osman (42), Nazmî Osman ê 38 û Mihemed Ferhadîn Osman ê 18 salî) jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li Efrînê ji ber êrîşê şîna neteweyî hat ragihandin, li gelek navendan bi ala Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li Efrînê de ji bo Kurdan parastina navneteweyî hate xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst