Peyama Bafil Talebanî bo Newroza Amedê: Bijî Kurd û Kurdistan, Kurdistan yan neman

21-03-2023
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî Newroz Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Talebanî di Newroza Amedê de peyamek vîdyoyî belav kir û got: “Em ê pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û bi yekîtî ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hev re mil bi mil têbikoşin. Bijî Kurd û Kurdistan. Kurdistan yan neman.”

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê îro 21ê Adarê ahengeke mezin a Newrozê, bi dirûşma ““Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” û weke fînala Newroza Bakurê Kurdistanê tê sazkirin û bi hezaran kesan berê xwe dan qada Newrozê.

Serokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî  bi vîdeoyekê gotarek di Newroza Amedê de pêşkêş kir.

Bafil Talebanî di peyama xwe de Newroza Gelê Amedê û xelkê Bakurê Kurdistanê pîroz kir û got: “ Înşaallah îsal dibe ew sal ku hemû Kurd bi hev re kar dikin. Em dê pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û bi yekîtî ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hev re mil bi mil têbikoşin.”

Serokê YNKê bang li welatên cîran kir ku siyasetmedarên Kurd ji girtîgehan azad bikin û got: “Ez ji welatên dewrûberê me daxwaz dikim ku hemû serkirdeyên me berdin. Destûr bê dayîn ku xelk serdana wan bike û pizîşk û parêzerên wan biçin xizmeta wan.”

Bafil Talebanî sersaxî li malbat û qurbaniyên erdheja 6ê Sibatê jî kir û got: “Dilê me ligel wan malbatan e ku bi karesata erdjhejê  de hemû kes, xizm, xwîşk û bira û dayik û bavên xwe ji dest dane.”

Di berdewamiya axaftina  xwe de  Serokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê got: “Bi piştevaniya we hemûyan em dê zextê li partî û hizban bikin ku berjewendiya gelê me bixin pêşiya berjewendiyên xwe. Ez careke din gelek spasiya we dikim. Bijî Kurd û Kurdistan. Kurdistan yan neman.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Mîthat Sancar di Newrozê de gotarek pêşkêş kir û balkişand ser hevahengiya ligel partiyên Hevpeymaniya Ked û Azadiyê û tifaqa ligel  partiyên Kurdistanî.

Sancar balkişand ser hilbijartinên 14ê Gulanê û rola HDPê û hevpeymanên wê  ya di wan hilbijartinan de û got: “Ew tifaqên me bi hemû ew kesên ku li welat hatin zeftkirin û têkoşîna ku me bi pêşengiya jinan û ciwanan daye destpêkirin dê teqz serkeftinê bidestbixe. Bila ti gumana we ji vê yekê nebe. Em dê vê desthilatê bişînin û vê pergalê biguherin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst